Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê Meşa Şevê ya Feminîst

Jinan bi boneya 8'ê Adarê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê Meşa Şevê ya Feminîst li dar xist.

Jinan bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê Meşa Şevê ya Feminîst li dar xist.

STENBOL

Bi dehan saziyên jinan ên di bin banê Platforma Meşa Şevê ya Feminîst a 21'ê de, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji bo Meşa Feminîst ku xwestin li Taksîmê li dar bixin, li deverên cuda yên Cîhangîr û Karakoy kom bûn. Qeymeqamtiya Beyoglûyê meşa jinan a ber bi Taksîmê ve asteng kir. Piştî astengiyê dirûşmeyên jinan li kuçe û kolanan olan dan.

SERÎHILDAN

Bi hezaran jinên ku li ber Otoparka Biqat a li Cîhangîrê kom bûn, beriya meşê pankarta "Em bihêrs in, şîna me heye, em li dijî rûxandina kapîtalîst a patrîyarkal di îsyana feminîst de ne" vekirin û tim dirûşmeya "hikûmet îstifa", "bijî piştevaniya jinê" û "jin jiyan azadî" berz kirin. Dirûşmeyên jinan li kuçeyan olan da. Her wiha jinan bênavber lîrandin û li pîspîskê xistin. Jinan dowîzên li ser "Hûnê bên darizandin" bilind kirin. Polîsan jî barîkat danîn pêşiya jinan.

JINÊN GIRTÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN

Tevî hemû astengiyan jî jinan bi yekdengî dirûşmeya "hikûmet îstifa" berz kirin. Di çalakiyê de navê jinên hatin qetilkirin hatin bilêvkirin. Jinan bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê û gotin ku kuştina jinan polîtîk e. Her wiha jinên ku xweparastine û ji ber vê hatine girtin jî hatin bibîranîn.

BERTEKÊN LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER

Jinan bal kişand ser budçeyê jî û gotin budçe ji dêvla ku ji bo jinan, jiyanê û xwezayê bê veqetandin ji bo şer tê veqetandin.

LI KARAKOYÊ PROTESTO

Bi sedan Jinên li Odeya Mîmaran a li Karakoyê kom bûn jî, ji Kolana Mûmhaneyê ber bi Kolana Sanatkarlarê meşiyan. Bi sedan jin li Kolana Bogazkesê li hev kom bûn. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gomuştaş jî li vir tevlî jinan bû. Jinan dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Ne karesat, komkujî", "Em bihêrs in, di îsyanê de ne", "Jinên hatin qetilkirin îsyana me ne" û "Xwedî li mafên xwe, azadiya xwe û pêşeroja xwe derkeve" berz kirin. Li vir jin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Di dema astengkirinê de jinan bi yek dengî dirûşmeya "Her der Taksîm her der berxwedan" berz kirin û astengiya polîsan şermezar kirin.

MEŞALE HATIN VÊXISTIN

Dirûşmeyên jinan demeke dirêj li kolanê olan dan. Jinên ku ji Karakoyê ber bi Cîhangîrê ve meşiyan, li Kuçeya Emanetçiyê cardin rastî astengiya polîsan hatin. Jinan li vir meşalê vêxistin û sekinîn.

HER DU MIL GIHÎŞTIN HEV

Tevî hemû astengiyan jî jin li ber xwe dan. Jinan bi çepik û dirûşmeyan barîkatên polîsan derbas kirin, gihîştin Cîhangîrê. Jinan dirûşmeya "Her der Taksîm, her der berxwedan" berz kirin. Jin bi dirûşmeyan bi koma jinan a Cîhangîrê re bûn yek. Li vir polîsan bi yekndegî gotin "Bicehim polîs, kuçe yên me ne."

DAXUYANÎ

Jinên Kedkar (EKA) jî li Qada Taksîmê daxuyaniyek da. Gelek jinên ku li hev kom bûn pankarta "Em ê ji kavilên kapîtalîzmê cîhaneke nû biafirînin" vekirin û dirûşmeya" Bijî piştevaniya jinê" berz kirin.

RÊYÊN BER BI TAKSÎMÊ VE HATIN GIRIN

Rêyên Cîhangîrê yên ber bi Taksîmê ve ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Bi sedan polîs derdora jinan dorpêç kirin. Li vir daxuyanî hat dayîn. Dauxyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Daxuyaniya kurdî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Remziye Alparslanê û ya tirkî jî ji aliyê Ece Zelal Almayê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de li ser erdhejên li Mereşê hat sekinandin û hat gotin ku berpirsê vê karesatê desthilat e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tekane rêya avakirina jiyana nû têkoşîn e û soz hat dayîn ku dê jin têkoşîna xwe bidomînin.

Jin piştî daxuyaniyê berê xwe dan barîkatên polîsan, ji bo biçin Taksîmê. Jinan got "Em natirsin, em serî natewînin" û li barîkatên polîsan xistin. korkmuyoruz, itaat etmiyoruz” ve “Aç aç barikatları aç” sloganlarıyla polis kalkanlarına vurmaya başladı.

LÊDAN Û BINÇAVKIRIN

Polîsan jî bi gaza îsotê êrÎşî jinan kir. Jinan jî bersiv da û hin mertal û kaskên polîsan bi dest xistin. Paşê polîsan bi awayekî tund êriş kir û bi lêdanê gelek jin binçav kirin.

Paşê bi sedan polîs, bi mertalan jinan dorpêç kirin.

Komek endamên Tevgera Jinên Sosyalîst, xwe gihandin Kolana Îstiklalê û li vir dest bi meşê kirin.

Jinên hatin binçavkirin li wesayîtên binçavkirinê hatin siwarkirin. Nehat hînkirin ku polîsan jinên binçavkirî birin ku derê.  

ENQERE

Jin ji bo Meşa Şevê ya Femînîst ku her 8’ê Adarê pêk tê li Kolana Sakarya ya Enqereyê hatin gel hev. Jinên saet di 19.00’an de hatin gel hev ji aliye polîsan ve hatin kontrolkirin. Jinan bi dirûşma “ne karaset cinayet e. Wê dewlet hesab bide“  balkişandin ser erdhêjên 6’ê Sibatê de pêk hatine û dirûşmeyên “jin jiyan azadî“ berz kirin.”

Jin bi dirûşmeya tevî hemû barîkatan dest bi meşe kirin. Gelek rêxistinên jinan û parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî tev li meşe bû. Daxuyanî ji aliye Hatîce Beydîllî û metna Kurdî jî Mahbat Akin ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewce bi yekitiyê û piştevaniyê heye û îsal ji bo piştevanî hîn bêtir mezin bibe û êşa gel bê parvekirin çalakiya 8’ê Adar û Meşa Şevê ya Femînîst ya 17’emîn kirine yek û bi hevkarî serhildan mezin kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di erdhêjan de dehezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan.  Deriyên sînor yên Sûriyeyê hatin girtin û bi hezaran mirov terkî mirinê hatin kirin. Desthilatdariyê yên ku piştevanî rêxistin kirin jî krîmînalîze kirin. Em ê ji kesên ku erdhêj veguhertin komkujiyê hesab bipirsin. Jinên ku herî zêde li herêmê mexdur bûn, hewl didin jiyana xwe bidomînin û barekî giran li ser wan e.  Bis edan zarok bi destê dewletê teslîmê tarîkatan tên kirin.  Siyasetmedarên jin yên Kurd tên girtin û jiyasetê dur tên girtin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin nayên berdan û terkî mirinê tên kirin. Em piştevaniya xwe hîn betir mezin dikin. em ê li dijî her cureyê êrîş û tundiyê xwe biparêzin.”

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jin bi dirûşma “Bijî piştevanî û berxwedan, bijî serhildana femînîst“ li ber Navenda Çanda Leman a Berê hatin gel hev û Meşa Şevê ya Femînîst dan destpêkirin. Jinên ber bi Navenda Çanda Turkan Saylan ve dest bi meşe kirin pankara “ne qedere kapîtalîzma patriarkal bijî serhildana femînîst“ hildan.

Jin bi dirûşma “ne erdhêje komkujiye“, “hikûmet îstîfa’, “jin jiyan azadî“, “Ne edeleta mêr edeleta rast“ û “bijî berxwedana jinan“ dest bi meşê kirin.