Li Silopiyayê meşa 8'ê Adarê: Kes nikare me rawestîne

Li navçeya Silopiyayê jin bi wesîleya 8'ê Adarê meşiyan û destnîşan kirin ku kes nikare têkoşîna wan rawesetîne.

Jinên Botanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” meşiyan. Jinên ku li Taxa Cudî hatin ba hev, ber bi avahiya HDP’ê ve dest bi meşê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û gelek jin tev li meşê bûn.

Di meşê de pankarta “Dem dema Jin Jiyan Azadiyê ye” hatibû vekirin. Her wiha wêneyên herêmên erdhêjê, wêneyên jinên hatine qetilkirin ên Nagihan Akarsel, Evîn Goyî, Denîz Poyraz û gelek jinên din hatin hilgirtin. Piştre jî li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ve hate xwendin.

Îmîr diyar kir, ku têkoşîna jinan li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam e û wiha got: “Em li vir hemû jinên li her çar parçeyan Kurdistanê li dijî zilm û zordestiyê li ber xwe didin silav dikin. 8’ê Adarê li wan pîroz be. Em di sedsala 21’emîn de li dijî kesên ku destdirêjiyê vîn û têkoşîna jinê dikin, têdikoşin. Bila bibînin ku jin li qadan in. Jin dixwazin pergala heyî biguherînin. Yên ku li hemberî koletiyê û zilmê li ber xwe didin, jin in. Jin li dijî pişaftinê, qirkirinê dengê xwe bilind dikin. Qirkirina li dijî jinan ne tenê li welatê me li her devera cîhanê berdewam e. Jinên kurd çi bikêşin jinên ereb, tirk û arjantînî jî wê êşê dikêşin. Êşên me û dixwazên me hevparin.”

Bi domdarî Îmîr got ku jin wê li dijî zordestiyê serê xwe netewînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me kirasê koletiyê çirandiye. Ji ber wê ye ku bi hiqûqa dijminatiyê êrişî têkoşîna me dikin. Di hemû armanc ù hedefên wan de jin hene. Lê her carê rastî têkoşîna me tên. Dixwazin ku tola xwe ji jinên têkoşer hilînin. Îsal jî jinan têkoşîna xwe derxistin lûtkeyê. Gelek hevalên me yên jin ên têkoşer weke Ayla Akat Ata, Leyla Guven hatin girtin. Dixwazin bi van pêkanînan têkoşîna me qels bikin. Lê jin dê wan diwaran jî derbas bikin. Îro bi tayê pora jinan serhildanek çêbû. Civaka ku jin tê te azad nebe ew civak qels e. Em li dijî vê têdikoşin. Ev êriş li dijî têkoşîna me ye. Bi dijminahî êriş dikin. Îro li zindanan, li kolanan û parlementoyê dixwazin ku dengê jinan qut bikin. Dixwazin jinên kole biafirinin. Lê em serê xwe natewînin. Ê ku têkoşîna me hedef digire îro desthilatdariya wan diheje. Em li hemberî tecrîdê, zordestiyê û qirkirina xwezayê têdikoşin.”

Di berdewamê de Îmîr peyama xurtkirina têkoşînê da û axaftina xwe wiha qedand: “Ev karesata erdhejê, encama polîtîkayên wan bû. Çawa ku me tiştên wan bi sala ye bi ser ê me anîn ji bîr nekiribin, dê van êş û elemên wan bi erdhejê bi me dayîn jiyîn jî ji bîr nekin. Bila bizanin ku wijdana wan, polîtîkaya wan di bin wan kavilan de ma. Nekarîn serê me bitewînin û dê nekarin jî. Em vê rewşê qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Bi vî ruhî em ê alaya têkoşînê bilind bikin. Bi ruhê jin jiyan azadî têkoşîna jinan mezin dibe. Ne tenê 8’ê Adarê em ê her roj li qadan bin. Tu kes nikare li hemberî vê têkoşînê bisekine.”

Çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.