Li ser felsefeya Abdullah Ocalan wê li Slovenyayê konferans bê lidarxistin

Akademiya Modernîteya Demokratîk wê bi sernavê "Ji bo civakê zanistî-fikrê polîtîk şoreşgerî yê Kurdistanê" di Nîsanê de li bajarên Ljûbljana û Koper ên Slovenyayê konferansekê lidar bixe.

KONFERANSA ABDULLAH OCALAN

Akademiya Modernîteya Demokratîk wê di navbera 8 û 12'ê Nîsanê de li bajarên Ljûbljana û Koper ên Slovenyayê konferansekê lidar bixe.

Têkildarî konferansê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Afirînerê fikrê siyasî yê Tevgera Azadiyê ya Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Tirkiyeyê li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê hiştin. Li vê derê ne tenê paradîgmayeke siyasî ya nû weşand ku rêya rizgariya Kurdistanê, rêya aştiyê û çareseriyeke demokratîk ji bo Rojhilata Navîn nîşan da, di heman demê de rêbazeke welê pêşkêş kir ku ji bo hemû pirsgirêkên civakan ên li çar aliyên cîhanê dikare bibe bersiv. Hewldanên Birêz Ocalan jinûve nirxandina zanistiyê ye, ji bo bersivê bide gelek pirsên li ser zanistiya civakî, wê tevkariyê li guherîna civakî ya radîkal bike.

Konferansa navneteweyî wê malovaniyê ji qisekerên biyanî û xwecihî re bike. Tevî hin konferansên kurt wê li ser zanista jinê-Jineolojiyê û gelek mijarên din semîner bêne lidarxistin. Li ser pirsgirêkên akademiya neolîberal, girtiyên siyasî, pirsgirêkên Fîlîstîn, Kurdistan û Balkanan, rewşa navneteweyî ya heyî wê komxebat bêne lidarxistin."

Konferans wê bi hevkariya van kom û saziyan bê lidarxistin: Journal for Critique of Science, List of Democratic Students, Academy of Democratic Modernity, ŠSD Sociopathy, ŠSD SocioKlub, Center for Political Theory, Independent Coastal Radio.

Agahiyên li ser şert û mercên tevlîbûnê û bernameya konferansê ji vê lînkê dikarin bêne peydakirin:

https://democraticmodernity.com/events/science-for-society-slovenia