Li rojnamevan Dogan 6 sal ceza birîn

Li Koordînatora Bernameya ÎMT TV Ayşegûl Dogan a bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin, 6 sal ceza birîn.

Rûniştina doza derbarê Koordînatora Bernameya ÎMT TV Ayşegûl Dogan a bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin ku bi hinceta hevdîtinên di çarçoveya xebatên rojnamevan, dîsa xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) birêvebirin bi îdîaya ‘endama rêxistinê’ hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Rûniştina ku rojnamevan Dogan tevlî nebû parêzerê wê Mehmet Emîn Aktar û Emel Atatûrk amade bûn.

Heyeta dadgehê ya piştî parastinê biryar eşkere kir, bi îdîaya ‘endama rêxistinê’ ji bo Dogan 6 sal û 3 mh ceza birî.

Heyeta dadgehê derbarê Ayşegûl Dogan biryara qedexeya derveyî welat û tedbîrên kontrola edlî bidome da.