Li Rojava bi deh hezaran jin li qadan e

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê û li Heleb û Reqayê bi deh hezaran jin ji bo 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî daketin qadan.

Çalakî li Qamişlo, Kobanê, Minbic, Reqa, Tebqa û Helebê hatin lidarxistin. Jin bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" daketin qadan.

KANTONA QAMIŞLOYÊ

Meşa li Qamişloyê li Xaçerêya Şehîdên Suryanî (Xaçerêya Reş) destpê kir. Meşa li Amûdê li Qada Şehîd Cîhad, li Tirbespiyê jî li pêşiya Navenda Giştî ya Kongra Star destpê kir.

Li heman kantonê li navçeya Çilaxayê ji Qada Şehîd Masûm, li Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat, li Til Koçerê ji Parka Abdullah Ocalan û li Dêrikê jî ji Qada Azadiyê meşê destpê kir.

Li Til Hemîsê ji Navenda Giştî ya Kongra Star û li Til Birakê jî ji ber Xaçerêya Firinê girseya gel dest bi meşê kir.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê, jin li qada daristanî li hev kom bûn û govend gerandin. Piştre jî ber bi rêya Cerablûsê ve dest bi meşê kirin.

MINBIC

Li Minbicê bi hezaran jin û mêr li ber Nexweşxaneya Firatê li hev kom bûn û ber bi kolana Wadî ve dest bi meşê kirin.

HELEB

Li Helebê meşa jinan li ber navenda giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li Şêxmeqsûdê destpê kir. Jinan kincên gelêrî li xwe kirin û bi hildana wêneyên şehîd ên cih tevlî meşê bûn.

TEBQA

Meşa li Tebqayê bi beşdariya bi sedan jinan pêk hat. Endamên saziyên leşkerî û sivîl, malbatên şehîdan û nûnerên partiyên siyasî tevlî meşê bûn. Meşê ji taxa yekemîn destpê kir.

REQA

Li Reqayê bi sedan jin, endamên saziyên sivîl û leşkerî, malbatên şehîdan û endamên partiyên siyasî tevlî meşê bûn.

Di meşê de ku ji Xaçerêya Panorama ya li başûr rojavayê Reqayê destpê kir, wêneyên şehîd ên jin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî pankarta bi nivîsa "Bi berxwedana jinê jiyan berdew dibe û em ê terorê têk bibin" hatin hildan.