'Li Parîsê komkujiyeke navneteweyî hate kirin'

Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman, ku Komkujiya Parîsê tê nixumandin û got, "Komkujiya Parîsê komkujiyeke navneteweyî ye."

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi bîr xist ku Komkujiya Parîsê di dema pêvajoya diyalogê ya pirsgirêka Kurd de hate kirin û destnîşan kir ku ev yek bi tesadûfî nehate kirin. Taşdemîr got, "Ev komkujiya siyasî ya navneteweyî bi agahî û însiyatîfa gelek hêzan hate kirin. Lewma ev bûyera kuştinê ya li navenda Ewropayê hate kirin bi temamî nehate eşkerekirin. Ji qeyda deng û belgeyên di çapemeniyê de hatin weşandin hate fêhmkirin ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Tevî vê yekê jî dixwazin binixumînin."

KOMKUJÎ DESTWERDANA LI PÊVAJOYÊ BÛ

Taşdemîr anî ziman ku Komkujiya Parîsê di heman demê de provokasyonek li dijî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bû û got, "Di demên girîng û dîrokî yên pêşketina civakî de, bi kuştinên siyasî û provokasyonên bi heman rengî destwerdan dibe. Komkujiya Parîsê jî di demeke wiha de pêk hat. Aqlê dewletê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd yekemcar rê û rêbazeke nû ceriband. Bi têkoşîn û israra zêde ya Birêz Ocalan re bi dewletê ev gav da avêtin. Ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoyeke nû bû. Hêviya Tirkiyeya demokratîk a ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye afirî. Xwestin ku dest li vê hêviyê werdin. Aqlê ku ew destwerdan kir hîn jî li ser kar e."

ÊRIŞA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊN KURD

Taşdemîr bal kişand ser rola her sê şoreşgerên hatin qetilkirin di navneteweyîbûna Tevgera Jinên Kurd de û got, "Bi taybetî xet, israr û jiyana Sakîne Cansiz a li qada polîtîk û têkoşîna azadiyê ya jinê, kurteberiya vê yekê ye. Ev komkujî di heman demê de nîşaneya tirsa ji têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Di ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn. Lê belê têkoşîna jinê hîn jî bandoreke xurt li cîhanê dike û perspektîfan pêşkêş dike. Lewma ev têkoşîna ku bi keda van her sê jinên şoreşger ên Kurd ava bû, dîrokî ye. Di heman demê de nîşaneya biryardariya jinê ye. Lewma divê ev komkujî weke êrişa li dijî nasnameya jinê jî bê dîtin."

Taşdemîr ragihand ku li dijî têkoşîna jinê êrişeke berfireh heye û qetilkirina Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir bi bîr xist ku 4'ê Çileya 2016'an li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin qetilkirin. Taşdemîr diyar kir ku piştre bi sedan jin dîl hatin girtin û got, "Haya me jê heye ku li dijî nasnameya jinê, li dijî rûmeta jinê polîtîkayeke tê meşandin. Yên ku li dijî vê siyaseta qirêj xeta azadiyê ya jinê mezin kirin û têkoşîna vê yekê dan, bûn hedef."

RUHÊ BERXWEDANÊ DEWAM DIKE

Taşdemîr bal kişand ser hewldanên nixumandina Komkujiya Parîsê û destnîşan kir ku ev yek ji ber dijminatiya li paradîgmaya azadîparêziyê ya Kurdan e. Taşdemîr got, "Belge û delîlên ku eşkere bûne nîşan didin ku komkujiyeke, hêzên navneteweyî jî ji nedîtî ve tên. Sal jî di ser re derbas bibin jinên Kurd wê vê têkoşîna xwe nesekinînin. Ruh û xeta berxwedanê bi heman biryardariyê dewam dike."