Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez ‘Meşa Edaletê’

Li Parîsê lêgerîna edaletê ya ji bo yek ji damerzrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de hatin qetilkirin, dewam dike.

Kurdistaniyê di pêşengtiya Tevgera Jina Kurd de her 15 roja weke her roja Çarçemê vê Çarşemê jî di destê wan de wêneyên Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan, saet 14:00’an li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê li hev kom bûn.

Kurdistaniyên bi dirûşmên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leylan in” û “Xudê bela xwe li dewleta Tirk a faşîst bixe” dest bi meşê kirin, li ser rêya Foûboûrg Saînt Denîs û Magenta yê meşiyan. Di axaftinên tevahiya rê de hate kirin, bibîr xistin ku tevî ku 4 sal in li ser qetlîamê re jî derbas bû lê hê edalet pêk nehatiye, banga erkê li dewleta Fransa û dezgehê wê yên darazê hate kirin.

Dema ku Kurdistanî hatin pêşiya avahiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê a li 145 Rûe La Fayetteyê ku qetlîam lê pêk hatîbû, di kesayeta her 3 şehîdan de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Di axaftinên piştî rêzgirtinê hatin kirin de, hate diyarkirin ku Kurdistaniyên li Parîsê heta ku qetlîamê ronî bibe wê dev ji dozê bernedin û şopdarê wê bin. Beriya ku çalakî bi dawî bibe banga tevlîbûnê li hemû Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku tevlî çalakiya roja Şemiyê li Dusseldorfê bê lidarxistin hate kirin.