Li Parîsê ‘Çalakiya Edaletê’ hate lidarxistin
Vê hefteyê jî lêgerîna edaletê ya ji bo 3 jinên Şoreş ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin dewam dike.
Vê hefteyê jî lêgerîna edaletê ya ji bo 3 jinên Şoreş ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin dewam dike.
Çalakiya edaletê ya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, bi piştgiriya endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst ve pêk hat.
Çalakger di saet 14:00’an de li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê kom bûn, heta pêşiya Buroya Enfromasyon a Kurdistanê ku 3 jinên şoreşger ên Kurd lê hatibûn qetilkirin meşiyan.
Di tevahiya meşê de jinan dirûşmên “Em Edaletê Dixwain”, “ Jin, Jiyan, Azadî”, “Sara, Rojbîn, Ronahî” qîr kirin, li pêşiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Çalakgeran diyar kirin ku heta hikûmeta Fransa qetlîamê ronî bike wê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakiya edaletê ya vê hefteyê bi dirûşma “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.