Li Mûlhoûseyê panela‘Şîddet faşîzm e, xweparastin heqê me ye’

Li Fransayê li Mûlhoûseyê jinan panelek li dar xistin û peyama ‘Şîddet faşîzm e, xweparastin heqê me ye’ dan.

Li Fransayê li bajarê Mûlhoûseyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê panelek hate lidarxistin.

Panela bi navê ‘Şîddet faşîzm e, xweparastin heqê me ye’ li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Molhoûseyê hate lidarxistin. Li ser navê Înîsîyatîfa Jinên Kurd ên li Mûlhoûseyê Ayfer Meral beşdar bû.

‘EM DEYNDARÎ RÊBER APO NE’

Di panelê de Ayfer Meral axivî û got, “Pergala mêrserwer a 5 hezar salî dixwaze xwe li ser civakê ferz bike. Ev pergal bi awayê kapîtalîzm û faşîzmê derdikeve pêşiya me. Em bi xweparastinê dikarin li hemberî van êrîşan têbikoşin.”

Meral di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan û got, “Rêber Apo ji bo me jinan, bingehekî mezin e. Heke îro jina Kurd karibe xwe birêxistin bike û di şoreşa Rojava de ji tevgerên jinan ên cîhanê re dibe îlham, ev bi saya serê Rêber Apo pêk hatiye. Jinên Kurd tehma azadiyê ji felsefeya Rêber Apo stendiye. Jinên Kurd jî ji ber vê keda Rêber Apo, ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyar e.”