Li Misriçê jin di şahiya 8’ê Adarê de li hev civiyan

HDP’yiyên di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li navçeya Misriç a Sêrtê de hatin ba hev, gotin: “Jin ne tenê dayik, heman demê aştî, berxwedan, serhildan, şoreş e. Têkoşîna jinan bi teqez wê serketinê bîne.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Misriç a Sêrtê ji bo 8’ê Adarê Roja Cîhanê ya Jinan şahiyek lidar xistin. Namzeta Hevşaredariya Sêrtê ya HDP’ê Meryem Helen Işik, namzete Hevşaredariya Misriçê Esmer Baran, namzeta Hevşaredariya bajarokê Kayabaglarê Netîce Petek û gelek jin tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di şahiyê de Namzeta Hevserokatiya HDP’ê ya Sêrtê Meryem Helene Işik bal kişan ser wate û dîroka 8’ê Adarê û got: “Erê jin dayik e, lê tenê ne dayik, heman demê aştî, berxwedan, serhildan û şoreş e. Têkoşîna jinên bi teqez wê serketinê bîne.”

Namzeta Hevseroka Misriçê Esmer Baran jî banga xwedîderketinê li berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye grevê kir. Bran got: “Leyla Guven ji bo jinan di berxwedanê de ne. Leyla Guven weke jinekê dest bi berxwedanê kir, niha bi hezaran jin di nava berxwedanê de ne.

Her wiha Namzeta Hevseroka HDP’ê ya bajarokê Karabaglarê Netîce Petek jî diyar ku jinan gelek astengî derbas kiriye û hê jî dewam dike.

Şahî bi dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî Berxwedana zindanan’ bi dawî bû.