Li Londonê bi hezaran jin ji bo pergala wekheviya zayendî meşiyan

Li Londonê bi hezaran jin bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşmeya, “Yek jin, yek beden, yek stran, yek evîn” li dijî tundiya polîs-dewlet, pergala mêr, îstîsmara kedê û şîdeta li ser jinê, ji bo pergala wekheviya zayendî ya jinan daketin qadan.

Weke her sal meşa “Million Women Rise ” ku ji aliyê rêxistinên femînîst ên Îngilîstanê ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Londonê tê lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran jinan pêk hat. Dirûşemaya hevpar a bi hezaran jinên ku li Oxford Circusê kom bûn, “Yek jin, yek beden, yek stran, yek evîn” bû.

Di nava meşê de rêxistinên jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyê cihê xwe girtin û komên akûstîk yên ritim jî dîmenên rengîn derxistin holê. Di meşê de jinan pankartên li dijî şer hilgirtin. Her wiha jinan bi dirûşmeyên li dijî zext, tundiyê, modernîteya kapîtalîst, newekhevî û desthilatdarên toalîter berz kirin. Di meşê de jinan gelek caran jî dirûşmeyên “ Jin jiyan azadi“, “Eger em bibin yek em ê dawî li tundiyê bînin”, “Em demildest edaletê dixwazin, yêkîtiya jinan nikare bê astengkirin”, “Em li dijî qetlîamên jinan bibin yek” û “Ji şer re na” berz kirin.

 Jinên ku bi hemû reng, bawerî, nasname û zimanan hatin ba hev, li Oxford Circusê ber bi Qada navdar Trafalgarê ve meşiyan. Jinan di tevahiya meşê de fitik lêdan, reqisîn û dîmenên rengîn derxistin holê.

Jinên ku dirûşmeya “Em çi dixwazin? Kolanên bi ewle. Em kengî dixwazin? Niha! Jinên ku bibin yek tu carî têk naçin” qîrîn, di tevajiya meşê de peyama têkoşîna hevpar dan.

Meşa 8’ê Adarê ku bi awayekî bi coş pêk hat, li Qada Trafalgarê bi dawî bû. Li vir jî mîtîng hat lidarxistin û rêxistinên cuda ên jinan axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya çalakiyên ‘Jin, jiyan, azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî ve pêş ket. Her wiha li dijî tundî, tacîz, destavêtin, qetlîamên jinan û îstîsmara kedê, banga mezinkirina têkoşîna azadiya jinan hate kirin.