Li Lînzê jinan meş û panel lidar xistin

Li Lînzê di çarçoveya 8'ê Adarê de meş û panel hatin lidarxistin. Di çalakiyan de paradîgmaya jinê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate silavkirin û işaret bi girîngiya rêxistiniyê hate kirin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li bajarê Lînz ê Awûstûryayê 8 rêxistinên civakî yên sivîl ên di bin sîwana Platforma Jinê ya Rosa de ne, çalakî lidar xistin.

Çalakiyên 8'ê Adarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi civînekê destpê kir ku parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Konca jî tevlî bû.

Platformê her wiha bi mijara 'Jin, Jiyan, Azadî' panela '3 welat, 3 gotin' lidar xist. Di çalakiyê de jinên ji Kurdistan, Efganistan û Îranî li hev kom bûn. Di panelê de qala dîroka dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hate kirin.