Li Kerkûkê bi merasîmekê Şehîd Bêrîtan hat bibîranîn

Encumena Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê îro bi merasîmekê Şehîd Bêrîtan bi bîr anî.

Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan di 25’ê Cotmeha 1992’an de li herêma Xakûrkê di şerê berxwedanî ya li hemberî Kurdên noker de heya fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştî ku fîşekên wê qediyan, ji bo ku bi saxî nekeve destê Kurdên noker, her wiha li hemberî daxwaza pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya digotin xwe radest bike, weke Besêyan ku di dema komkujiya Dersîmê de xwe ji zinarekê pir bilind ve avête xwarê, bi qehremanî şehîd bû.

Îro êvarê li Baregeha Encûmena Tevger Azadî Komelgeha Kurdistanê ya bajarê Kerkûkê bi minasebeta 28’mîn salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan merasîmek hat lidarxistin.

Di destpêka merasîmê de ji bo giyana pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin, piştre Hevseroka Encûmena Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê Rêhan Hemadî li ser rol û qehremantiya şehîd Bêrîtan semînerek pêşkêş kir.

Hemadî di semînarê de ji beşdaran re got: “Dema Şehîd Bêrîtan wê metirsiya ku gelê Kurd di bin çi zilmekê de ye û ew zilm jî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê kirin fêm kir, wê mîrateya civakê ya ku nahêle jin rolê xwe di qadên cuda de bilîze dişkîne û tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.”

Rêhan Hemadî her wiha destnîşan kir: “Hevala Bêrîtan pir zû pêş dikeve û pêşengiya jina azadîxwaz dike. Di nava salek û nîv ê temenê xwe ya di nava Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê de îspat kir ku jineke qehreman û têkoşer bû. Hevala Bêrîtan karî bi vîneke bi hêz li dijî xeta îxanetê raweste.”

Di dawiya merasîmê de ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan sînevîzyonek di derbarê jiyan, têkoşîn û pêşengiya Şehîd Bêrîtan hat nîşan dan.