Li Hambûrgê jin li dijî şîddetê reqisîn
Jinên li Hambûrgê li ber parlementoya eyaletê li dijî şîddeta li ser jinan çalakiya ‘Mîlyarek Jin li piyane’ li darxistin û reqisîn.
Jinên li Hambûrgê li ber parlementoya eyaletê li dijî şîddeta li ser jinan çalakiya ‘Mîlyarek Jin li piyane’ li darxistin û reqisîn.
Çalakiya ku di 2013’an de li her derê cîhanê pêktê, lingê wî yê Hambûrgê jî ji hêla gelek saziyên jinan ve hate organîzekirin. Di bangawaziya çalakiyê de hat gotin ku li dijî destdirêjî, metîngerî û hişmediya zilamsalarî divê jin van çalakiya wek torekî piştigirê bigrin dest û têkoşin.
Meclisa Jinên Rojbîn û Jinên KDG a Hambûrgê jî bi dovîz û rengê xwe ve beşdarê çalakiyê bûn. Ji şîdet û rejîma yek mêrî re gotin ‘NA’.