BI DÎMEN

Li Gelsenkîrchenê Komuna Ş. Mazda Mariya hate ragihandin

Li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê, jinan Komuna Ş. Mazda Mariya ragihandin û silavên xwe ji Ocalan re şandin.

Li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê, jinan Komuna Ş. Mazda Mariya ragihandin.

Medya Botan li kongreya komunê axivî û got, "Gelê Kurd û jinên Kurd, bi têkoşîna xwe li qada navneteweyî xwe ispat kirin."

Botan diyar kir, Kurd bi PKK'ê re li jiyanê vegeriya ne û anî ziman, dijmin ji bo vê rewşa rêxistinî ji hev bixe, bi hemû derfetên xwe seferber bûye.

Botan wiha dewam kir: "Jina rêxistinbûyî, jina serketî, mezin û bedewkirina jiyanê ye. Serok Apo ji bo rêxistinbûna jinê deriyekî mezin vekir û mîrateyeke mezin afirand. Pêwîste ev vê yekê bi rêxistin bikin. Li devereke din a cîhanê kesek nîne, ku mîna Serok Apo ji bo azadiya jinê têdikoşe. Rêber Apo ji bo Kurdan nirxek e, Rêberek e."

Dayika Mazda Mariya Nûriye Coşkûn jî li vir peyivî û got, "Rojbûna Serok Apo pîroz dikim. Ji bo min gelekî hêja û watedar e, ku we navê keça min li komunê kirine."

Komuna Ş. Mazda Mariya ji 13 kesan pêk tê. Ozlem Toprak jî weke Berdevka Komunê hate hilbijartin.