Li gelek welatan sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin bibîranîn

Şoreşgerên jin ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin li gelek welatan hatin bibîranîn.

 

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye di 9’ê Çileya 2013’an de şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Li gelek welatan ev her sê şoreşgerên jin ên Kurd tên bibîranîn.

OSLO

Şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Osloyê bi meşekê hatin bibîranîn. Kurdistanî û dostên wan ji navenda Osloyê heta Yoûngstorgetê meşiyan.

Di meşê de posterê her sê jinên Kurd hate hilgirtin û sloganên ‘Erdoganê qatil’ hate berzkirin.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi sedan Kurdistanî û enternasyonalîstên Elman li Alexanderplatzê kom bûn û şoreşgerên jin ên Kurd bi bîr anîn.

Hevseroka FED-KURD’ê Mehtap Erol got ku, “Berpirsên qetlîama Parîsê ne bi tenê Erdogan e. Di heman demê de welatên Ewropayê jî berpirsên vê qetlîamê ne.”

Li ser navê Meclîsa Jinan a Êzidî jî hate gotin ku “Fransa ser lêpirsînê girt. Heke îro li Şengalê jin li ber xwe didin, ev bi saya têkoşîna jinan a Sakîne, Fîdan û Leyla ye.”

Girse piştre ber bi Branderbûrger Torê ve meşiya.

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye jî şoreşgerên jin ên Kurd hatin bibîranîn. Di çalakiyê de siyasetmedar Fîlîz Koçalî û li ser navê TJK-B û SKB’ê axaftin hate kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku fermana vê qetlîamê ji aliyê Erdogan ve hatiye dayîn.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdamê ya Hollandayê jî girse li pêşiya Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê hatin ba hev. Metîn Cansiz ê ku birayê Sakîne Cansiz e diyar kir ku êşa wan didome. Jinên Erjantînî jî piştgirî dan çalakiyê.

BARCELONA

Li Barcelonaya paytexta Katalûnyayê jî bi çalakiyên 8 û 9’ê Çileyê Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn.

Di çalakiya doh de têkoşîna şoreşê ya her sê şoreşgeran vegotin û nirxandinên li ser êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk jî kirin.

Îro jî di seat 12:00’an de çalakiyek hate lidarxistin. Meşa ku nêzî 50 kes tevlî bûyî hetanî sefaretxaneya Fransa dom kir.

Li ber sefaretxaneyê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Her wiha axaftin hatin kirin, helbest xwendin û stran gotin. Parçenivîsên Cansiz jî hatin xwendin.

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ÊRÎVAN

Şehîdên Parîsê li Êrîvana paytexta Ermenistanê jî hatin bîranîn.

Endamên Yekitiya Jinên Azad Asya Kalaşyan û Çiçek Rizgar di çalakiya ku li Mala Gel hatî lidarxistin de axivîn.

Kalaşyan got, “Pêwîst e em weke jin heval Sakîne bi gotin û pratîka wê ji xwe re bikin nîşane. Têkoşîn û serkeftin bêjin nabe. Bi vê zanebûnê divê em têkoşînê mezin bikin. Jin, hêza pêşeng a têkoşînê ye. Dewleta Tirk ji ber vê her tim ji jinan ditirse û jinan dike hedef.”

Rizgar jî got, “Ev êrîş ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve hate pêkanîn. Yên ji bo rê vekirin û bûyîn hevpar hêzên komploger ên kapîtalîst in. Li ser vî bingehî em van hêzan jî lanet dikin. Em weke jin me ev berxwedanî ji heval Sakîne fam kiriye û têkoşîna me wê li ser vî bingehî be.”

Heman demê di civînê de endama KNK’ê Jenya Kadir, Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan, Parlemeter Kinyas Hasanov û Hevseroka Şêwra Gelê Kurd jî axaftin kirin.