Li gelek bajarên Elmanyayê qetlîama Parîsê hate protestokirin

Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û qetlîama Parîsê protesto kirin

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatibûn qetilkirin.  Kurdistaniyên li Elmanyayê di salvegera vê qetlîamê de daketin qadan.

HALLE

Li bajarê Halle yê Elmanyayê qetlîama Parîsê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê FED-KURD’ê Menderes Canbek axivî û got ku, “Em çiqasî bi kujerên qetlîamê dizanin, Elmanya û Fransa jî bi wan dizane. Heke ew girêdayî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne,bila kujer û berpirsan bidarizînin.”

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî şehîdên Parîsê hatin bibîranîn. Bi sedan kes tevlî vê meşê bûn.

Meş li pêşiya HBF’a Hambûrgê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Leyla Kaya li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê axivî û got, “Sara, Rojbîn û Ronahî yên li ser rêya şoreşê şehîd bûn wê heta hetayê di têkoşîna azadiyê ya jinan de bijîn.”

Meş heta qada Damtorê hate kirin ya ku Konsolosxaneya Tirk lê ye. Piştî meşê parlementera Partiya Çep Cansû Ozdemîr diyar kir ku 8 sal ji ber qetlîamê derbas bûye lê têkoşîn û xeyala Cansiz û hevalên wê di têkoşîna jinan de dijî.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî çalakî ji aliyê YJK-E Hessenê hate orgaznîzekirin. Kurdistanî û dostên wan ên ji Frankfûrt, Darmstadt, Mannheîm, Gîessen û Offenbachê li pêşiya HBF’a Frankfûrtê kom bûn.

Girse bi pankartên ‘Me sê jinên şoreşger ên Kurd ji bîr nekir, berpirsê qetlîaam Parîsê Erdogan e’ meşiyan û li Haûpwacheyê jî mîtîngek lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê YJK-E’yê Murşîde Cîzre axivî û got, “Ji bo şermezarkirina qetlîama Parîsê em li vir in. Bi salan e dewleta Tirk a dagirkrer qetlîaman dike, li nîveka Ewropayê sê jinên Kurd hatin qetilkirin, Ewropa li hemberî vî tiştî bêdeng ma. Ev qetlîam di şexsê Sakîne Cansiz de li dijî gelê Kurd hate kirin. Di şexsê Sara de qetlîama duyemîn a Dêrsimê hate kirin.”