Li gelek bajaran Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn

Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan û qetlîama li Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de protesto kirin.

Li gelek bajarên welatên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez daketin qadan.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê qetlîama Parîsê hate şermezarkirin û sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin bibîranîn.

Bi dehan sazî li qada Laûtenschlagerstrasseyê hatin ba hev û ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên li Parîsê hatibûn kuştin, meşiyan.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û di çarçoveya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ îmze hatin komkirin.

Di çalakiyê de alaya PKK’ê hate vekirin û meş heta Qada Schlossplatz (Kobanê) domiya.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê jî bi tevlêbûna saziyên dost şehîdên Parîsê hatin bibîranîn.

Alîye Ekîncî li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî axivî û got, “Sara, Rojbîn û Ronahî yên ji bo şoreşê şehîd bûn wê di têkoşîna azadiyê ya jinan de heta dawiyê bijîn. Em jin, em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin û faşîzmê têk bibin.”

Di meşê de gelek pankart û wêne hatin hildan.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. Kurdistaniyên ku li Alte Synagogeplatz a Freîbûrgê kom bibûn piştî meşek dirêj ya li navenda bajêr dîsa vegeriya Alte Synagogeplatzê. Di axaftinên li wê derê hatin kirin de hate xwestin ku komkujî were ronîkirin.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê şehîdên Parîsê hatin bîranîn. Gelek kes tevlî çalakiya ku ji aliyê Komîteya Kurdan û Rete Kurdistan ve hatibû organîzekirin bûn. Di çalakiyê de ku li Colisseo’yê pêk hat Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bîranîn.

Di çalakiyê de wêneyê her sê jinên Kurd ên şoreşger hatin hilgirtin û bi pankart û dirûşmeyan komkujî hate protestokirin.

Bîranîn bi druşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

LI 4 BAJARÊN SWÊDÊ MERASÎMÊN BÎRANÎNÊ

Li bajarên Karlstad, Orebro, Vasteras û Gavle yên Swêdê merasîmên bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin lidarxistin.

Di axaftinên ku hatin kirin de hate diyarkirin ku di şexsê Cansiz de xeta azadiya jin û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatine hedef girtin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Sara, Rojbîn, Ronahî” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

GRAZ

Li bajarê Graz a Avûstûryayê jî ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de her wiha komkujiya Parîsê hate şermezarkirin.

Di merasîmê de ku tevî Kurdan yên Avûstûryayî jî tevlî merasîmê bûbûn, berdewam dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Sara, Rojbîn, Ronahî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.