BI DÎMEN

Li Freîbûrgê bi sedan name ji CPT re hatin şandin

Meclîsa Jinê ya Nûda ku li Freîbûrgê kar dike, di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi sedan name ji CPT re şand.

KAMPANYA NAMEYAN A JI CPT RE

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya n ameyan ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê da destpêkirin, dewam dike.

Meclîsa Jinê ya Nûda ku li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê kar dike, bi daxwaza bicihanîna berpirsyariya xwe ya CPT 857 name ji saziyê re şand.

Di nameyan de jinan bang li saziyên mîna CPT kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin û destnîşan kirin ku li hemberî fvê bêedaletiya li Abdullah Ocalan tê kirin wê nikaribin bêdeng bimînin.