Li Frankfûrtê bi pêşengiya jinan çalakî pêkhat

Jinan bi li berkirina cilên taybet ên ji bo parastina ji kîmyewiyê, maskeyan û bi hilgirtina wêneyan bal kişandin li ser pêkanînên dijmirovî yên dewleta Tirk.

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê mîtîngek ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara hat organîzekirin. Di mîtîngê de bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ku bi armanca îmhakirina şervanên azadiya Kurdistanê bikar tînin hat şermezarkirin.

Çalakvan saet 16:00’an li Haûptwache a li navenda bajêr hatin cem hev û bi li berkirina cilên taybet û maskeyan û bi wêneyên hilgirtinî bi awayeke sembolîk bal kişandin li ser pêkanînên dijî mirovî.

Di belavokên hate xwendin û hatin belavkirin de hate gotin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekê mirovatiyê ye û hate tekezkirin ku tê xwestin Kurdan bi qirkirineke topyekûn re rû bi rû bikin û erdnîgariya Kurdistanê xirab bikin.

Di çalakiyê de îşaret bi êrişên li ser têkoşîna jina azad a Kurd jî hate kirin û di domdarî dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Bijî piştewaniya navnetewî” û “Dagirker ji Kurdistanê bicehimin” hatin berzkirin.