Li Elmanyayê 8’ê Adarê: Em ê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî‘ têkoşînê mezintir bikin - HATE NÛKIRIN

Jinan li gelek navendên Elmanyayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî li dar xistin û gotin: “Em ê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî‘ têkoşînê mezintir bikin.

Li gelek navendên Elmanyayê jin daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi çalakî, mîtîng û daxuyaniyan pîroz kirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûsîbûrg ê Elmanyayê bi dehan jin bi banga hevpar a Tîfaqa Jinan a Dûîsbûrgê, li ber Forûma Dûîsbûrgê hatin ba hev.

Jinan li dijî qirkirina siyasî, polîtîkayên qirkirina jinan û newekheviya mûçeyan dest bi meşê kirin û peyaman dan.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Asya Yuksel, Zora, Young Strugle, SKB, Jina Nû, Courage, Students for Future û MLPD axaftin hatin kirin û peyama Tevgera Jinên Kurd TJK-E hate xwendin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana YPG” hatin berzkirin û pankarta wêneyê yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî a ku di 23’ê Kanûnê de li Parîsê hat qetilkirin, hat hildan. Her wiha standên agahdarkirinê hatin vekirin û çalakî bi bangên mezinkirina piştevaniya jinan û dirûşmeyan bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran jinan meşek girseyî hat lidarxistin. Meş li ber DGB ya Hambûrgê dest pê kir û jinên Kurdistanî jî tevlî meşê bûn. Pêkhateyên Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê bi pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” cihê xwe li pêşiya meşê girtin. Di meşê de pankartên wêneyên jinên ku di têkoşîna jinên Kurd û cîhanê de jiyana xwe ji dest dane, hatin hilgirtin.

Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr di meşê de axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê çavkaniya îlhamê ye û got: “Li gel ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî” li erdîngariya Kurdistanê bilind bû, îro bi milyonan jin xwedî li vê dirûşmeyê derdikeve.”

Ozdemîr, anî ziman ku jin di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe didomînin.

Di meşa ku ji aliyê Tora Jinan a Hambûrgê ve hat organîzekirin de jinên ji neteweyên cuda atmosferê karnavalê çêkirin. Meşa ku dirûşmeya “Bijî Piştevaniya Jinan” hat berzkirin, li ber Parlementoya Hambûrgê bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Bi dehan însiyatifên jinan, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qada Konstablerwache ya bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hatin ba hev û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan.

Li vir bi hezaran jin ku Meclîsa Jinan a Amara, TekoJin, DGB-Haus, Jina Nû û Women Defend Rojava jî di nav de, dest bi meşê kirin.

Jinan daxuyaniyekî hevpar dan û diyarkirin ku berxwedana jinan li seranserê cîhanê yekane rêya rizgariyê ye û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê. Di meşê de dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” derket pêş û li dijî pergala serdest a mêr banga têkoşîn û berxwedana hevpar hate kirin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Amara de jî wiha hate gotin: “Em ê hesabê jinên Kurd ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û hesabê hevala xwe Evîn Goyî a li Parîsê hat qetilkirin bipirsin. Ev pergala serdest a mêr dijminê jin û xwezayê ye. Me vê yekê di erdheja Bakurê Kursitanê, Tirkiye û Sûriyeyê careke din dît. Hikûmeta faşîst a Tirk mexdûrên erdhejê ji sarma û di bin kavilan de qetil kir."

Jinên ku gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin, çalakiya xwe li qada William Brand Platzê bi dawî kirin.

KIEL

Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin ba hev.

MUNÎH

Rêxistinên femînîst, saziyên civakî yên sivîl, jinên şoreşger ên Kurd û Elman, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Marîenplatz a li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi hev re meşiyan.

Girse ku hat ber Şaredariya Munîhê, ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Di meşê de sembol û alên rêxistinên cuda û pankartên têkildarê têkoşîna jinan hatin hildan.

Di mîtîngê de li ser navê rêxistinan axavtin hatin kirin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê jî 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Girseya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyanê û komên xweser hat ba hev, piştî mîtîngê ku hat lidarxistin, dest bi meşê kir. Meclîsa Jinan a Viyanê jî di çalakiyê de axivî û dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin.

DARMSTADT

Di pîrozbahiya 8’ê Adarê de ku li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hat lidarxistin, Meclîsa Jinan Roza jî di nav de, gelek saziyên mîna Strîek, Fraûenhaûs, Stadschuler Înnenrat, IL, GEW, Ver. dî û Dîe Lînke tev lê bûn. Di meşê de li ser navê hemû rêxistinên tev li meşê bûn, peyam hatin ragihandin û çalakger û rêxistinan got ku ew bîr û doza pergala mêrserwer red dikin û ew ê li dijî wê pergalê, jiyana azad ava bikin. Di çalakiyê de ku behsa xwarina keda jinan, tundiya berpêyî wan, newekhevî û mafê jêkirina sebî ji ber xwe hat kirin, hat destnîşankirin ku li her dera dixwazin jinan hesab nekin, jin bûne xwedî maf û bang ji bo piştevaniyê hat kirin.

Peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî hat xwendin. Di peyamê de ku hat xwendin, îşaret bi kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê ya jinên Kurd hat kirin.  Hat diyarkirin ku têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan ku bi pêşengiya jinên Kurd bi pêş ketiye, bûye xewnereşka pergala kapîtalîst û dîktatoriya AKP-MHP’ê ku nûnerên ve pergalê ne û banga geşkirina têkoşînê û pêkanîna azadiyê hat kirin.

Çalakgeran, li ber barana bişid, bêyî sekin dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ berz kir.

FREIBÛRG