Li Elbîstan û Sêrtê piştevaniya ji bo jinên mexdûrên erdhejê
Jinên TJA, HDP û KESK’ê xebatên xwe yên ji bo jinên mexdûrên erdhejê li Elbîstan û Sêrtê didomînin.
Jinên TJA, HDP û KESK’ê xebatên xwe yên ji bo jinên mexdûrên erdhejê li Elbîstan û Sêrtê didomînin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) serdanên ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li herêmên erdhejê dabûn destpêkirin, li Elbîstanê domandin. Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Çewlîkê Mîhrîban Ekîncî beriya serdanan daxuyanî da û got, “Em ê bi dirûşmeya ‘Piştevaniya jinan bide jiyîn’ pêwîstiyên jinan bigihînin.”
Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadi” hate berz kirin.
Jinên ku ji bo piştevaniyê hatin, kitên hîjyenê li taxên xîzan ên Elbîstanê belav kirin. Di kitên hîjyenê de; gelek pêwîstiyên bingehîn ên wekî cilên binî, ped, şe, firçe, neynokbir, sabûn û şampûan hebûn. Piştî serdanên taxan wê serdananên gundan bidomin.
SÊRT
Li Sêrtê jî aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Jinan a HDP’ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Hatiye Tay ku peywira wan hat desterserkirin û gelek jin, alîkariyên ku komkiribûn bi TIR’a Xemir ji herêmên erdhejê re şandin. Bi çepik û tilîliyan li ber TIR’a Xemir pankarta “Jin, jiyan, azadî. Em ne bi tenê, bi hev re ne” hate vekirin.
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Sêrtê Hatîce Tay diyar kir ku ew jin ji bo pêşwazî kirina pêwîstiyên jinan dest bi kampanyayê kirine û anî ziman, gel bi awayek xurt tevlî kampanyayê dibin. Tay destnîşan kir ku ew ê wesayîta ku amade kirine, bibin Semsûrê û diyar kir ku ew ê li vir xebatên xwe bidomînin.