Li Dusseldorfê meşa 8'ê Adarê

Di meşa 8'ê Adarê ya li Dusseldorfê ya li seranserî eyalete de çalakgeran bal kişand ser îstîsmar, cudakarî, zayendperestî û newekhevî û her wiha îşaret bi têkoşîna hevpar a ji bo azadiya jinê hate kirin.

Jinên Kurd û Elman bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi dirûşmeya "Ji Kurdistanê ber bi cîhanê ve jin jiyan azadî" mîtîng û meş li dar xistin.

Înîsiyatîfên jinên femînîst, şaxên jinan ên sendîkayan û platforma jinan a ji aliyê NRW YJK-E ve hatiye avakirin saet di 15.00 de li ber avahiya DGB Hausê hatin gel hev. Di axaftinên jinên Kurd, Elman, Îranî û Çînî yên li mîtîngê de, bal hat kişandin ser îstîsmara pergala baviksalarî ya li ser bedena jinê û keda jinê, tundiya li ser jinê û qetlîamên li ser jinan. Hat destnîşankirin ku azadiya jinê tenê bi têkoşîneke hevpar pêkan e.

Di mîtîngê de mûm hatin pêxistin û kesên di erdhejên meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Li ser navê jinên Kurd Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan axaftinek kir. Kaplan wiha got: “Îro weke dayik û xwişk em careke din ji bo nirxên xwe yên ku bi dehan sal in ji bo jinan li dijî pergalê diparêzin û li ber xwe didin, daketin qadan. Ne tenê ji ber ku em jin in, ji ber ku mafên me ji destê me hatin girtin, ji ber ku em rastî cudakarî, zayendperestî û newekheviyê hatin em daketin kolanan."

Ayten Kaplan bal kişand ser erdheja ku navenda wê Bazacix û Elbîstan e û bandor li 15 bajarên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kir û wiha got: ''Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Erdhej felaketeke xwezayî ye. Lê mimkun e ku encamên wêranker ên karesatên wiha bên kêm kirin. Di înşaatên li Tirkiyeyê de madeyên têr û xurt nehatine bikaranîn. Di encamê de bi sed hezaran avahî hilweşiyan û li gorî encamên saziyên serbixwe zêdeyî 150 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet dewleta Tirk li şûna ku hemû saziyên xwe ji bo herêmên erdhejê seferber bike û alîkariya gel bike, li 11 bajaran rewşa awarte ragihand.

Jin piştî mîtîngê meşiyan. Di meşa ku pankart û dovîz hatin hilgirtin de, dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hate berzkirin.