Li Dîlokê jinek hate qetilkirin

Li Dîlokê jina bi navê Emîne Genç a 60 salî, ji aliyê hevjînê xwe Omer Genç a jê cuda ve li kolanê bi tebançeyê hate qetilkirin.

Omer Genç, dema ku hevjîna xwe Emîne Genç di sersaxiya ximekî xwe de ya li Kolana Sûbaşi ya taxa Bostanciyê dibîne, gotûbêj di navbera wan de derdikeve. Dema ku gotibûj dikirin Omer Genç bi tebanceya xwe gule li hevjîna xwe dibarîne û qetil dike. Genç ê piştre jî reviya, li kolana pişt wê bi tebanceya xwe, xwe întixar dike.

Hat diyarkirin ku Omer Genç bi hevjîna xwe Emîne Genç re di saetên sibehê de çûne Edliyeya Dîlokê beşdarî doza jihevqûtbûnê kirine bûn û piştî rûniştina doza jihevqûtbûnê li kolana ku ji bo sersaxiyê hatibû Emîne Genç a dayîka 5 zarokan bi tebancê qetilkir.