Li Colemêrgê mirina bi guman a jinekê

Li gundê Dizê yê Colemêrgê Zîlan Tûran a 19 sala bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Dizê yê Colemêrgê jina bi navê Zîlan Tûran a 19 salî, ji ber sedemeke nehat hînkirin li malê bi derba çekê jiyana xwe ji dest da. Tûran ku hat îdiakirin bi çekê dawî li jiyana xwe aniye, bi ambulansa sewqî cihê bûyerê hat kirin, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat kirin.

Tûran li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin.

Têkildarî mirina bi guman lêpirsîn hat destpêkirin.