Li Bûenos Aîresê pêşangeha li ser Şoreşa Jinê ya Rojava

Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê pêşangehek bi navê "Rojava: Şoreşa Jinê ya li Rojhilata Navîn" hat vekirin. Pêşangeh gelekî balê dikişîne.

Pêşangeh ji aliyê Komîteya Jinê ya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Arjantî ve hat organîzekirin. Di pêşangehê de Şoreşa Rojava bi wêneyan tê nîşandan. Ji jiyana rojane ya jinên Rojavayî heta kooperatîfên jinan, rewşa jinê û tecrûbeya navbera gelan û jinan tê nîşandan.

Di merasîma vekirinê de li ser navê Komîteya Jinê ya Piştgiriya bi Kurdistanê re Nat Bena axivî û li ser Şoreşa Rojava û gelemperiya Kurdistanê agahî da. Bena piştre qala Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd û girîngiya roja jinan a di nava Şoreşa Rojava de kir.

Nat Bena destnîşan kir, jinên Kurd di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de şoreşek ava kirine û got, DAIŞ û dewleta Tirk êrîşî vê avakirinê dikin, lewma ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû jinan û azadiyan şer dikin.

Nat Bena wiha dewam kir: "Piştgiriya ji bo Rojava û Kurdistanê, ji vî alî ve berpirsyariyeke jinan e. Weke Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re, ji bo rabûna bi vê berpirsyariya xwe, em dixebitin. Eleqeya ji bo pêşangehê, me kêfxweş dike. Ji bo em têkiliya navbera Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd û Latîn Amerîka xurtir bikin, divê em xebatên xwe berfireh bikin."

Rêvebera Navenda Tîerra Vîoleta (Herêma Mor) Paolîn Raffe piştre mafê axaftinê wergirt û anî ziman, Navenda Çandê ya Tîerra Vîoleta di heman demê de yekane pirtûkxaneya femînîst a li Arjantînê ye. Raffe anî ziman, ji bo jinan gelek çalakî hatine lidarxistin, lê belê malovaniya wan a ji bo pêşangeheke bi vî rengî ya li ser Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd, wan gelekî kêfxweş dike.

Paolîn Raffe got, "Serketinên jinên Kurd ên li Rojava û gelemperiya Kurdistanê ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Tevî dûrbûna fîzîkî ya ji hev jî, Şoreşa Jinê ya Rojava bandoreke kûr li me dike. Ji bo xurtkirina piştgirî û parvekirina tecrûbeya navbera jinên Kurdistan û Arjantînê, em ê ji niha û pê ve jî alîkariya ji destê me tê, bikin."

Pêşangeha "Rojava: Şoreşa Jinê ya li Rojhilata Navîn" wê heta dawiya meha Sibatê vekirî be.