Li Dersim, Amed û Antalya ji bo Gulîstan Doku çalakî hate kirin -HATE NÛKIRIN

Li Dersim, Amed û Antalyayê jinan ji bo Gulîstan Doku ku ji 5'ê Çile ya 2020' ve winda ye çalakî hatin kirin.

Jinên Dersim, Amed û Antalyayê ji bo Gulîstan Doku ku ji 5'ê Çile ya 2020'an ve winda ye çalakî kirin.

DERSIM

Platforma Jinan a Dersimê ji bo Gulîstan Doku li ber Meydana Seyid Riza hatin cem hev û daxuyaniya çapemeniyê dan. Dayika Doku Bedriye Doku, parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Dersim Dag, Şaredar Fatih Mehmet Maçoglu, Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî li çalakiyê hazir bûn.
Dayika Doku Bedrieya Doku got, ''Min Gulîstan emenatî dewletêk ir. Gulîstan peyam şand û got, ''ez ditirsim''. Gulîstan çima ditirse. We çi kir ji Gulîstan, we çi anî serê wê, we li kû veşart. Ez diya Gulîstan im û ev salek e we dilê min parçe kir. Her ku serê xwe li ser balîfê datînim kezeba min dişewite. Keça min zû bibînin.''

AMED

Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê ya Amedê li Bûroya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê çalakî kir. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Mafê Jinan a Baroya Amedê Asya Cemre Işık diyar kir malbata Doku serlêdan li wan kiriye kiriye ji bo ku şandeya lêpirsînê wer berfirehkirin û delîl werin komkkirin  daxwazname dane dozgeriyê lê dozger lêpirsîna hewce nekiriye.

ANTALYA 

Platforma Jinan a Antalyayê jî li ber Peykerê Attalos çalakî kirin. Pankarta bi nivîsa ''Gulîstan Doku?'' hate vekirin. Li ser navê plaftormê Nîlcan Balikçi axivî.

Balikçi got, ''Hûn ji me ditirsin û ji heqê we ye ku ji me bitirsin. 2021 wê bibe sala têkoşînê ya jinan. Em soz didine jinên ku têne kuştin, ber bi xwekuştinê ve têne tehfan û bijangê wan bi erdê ve kaş dibin, heta ku dadmendiya rastî pêk were em ê ji têkoşînê neyên xwarê.''