Li Amedê mirina bi guman a jinekê
Li Farqînê jina bi navê Fatmagul Sabruk a 19 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li Farqînê jina bi navê Fatmagul Sabruk a 19 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Farqîn a Amedê jina ciwan a bi navê Fatmagul Sabruk ku çavên wê nabîne, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Sabruk ji balqona mala xwe ya qata şeşemîn ketiye. Sabruk ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî midaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sabruk ji bo otopsiyê şandin Amedê.