Li Amedê jin kom bûn, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin
Jinên Kurd li Amedê, bi civînekê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kir.
Jinên Kurd li Amedê, bi civînekê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kir.
Jinên Kurd li Amedê bi dirûşma “Jinên Kurd pêvajoyê dinirxînin” li Otela Demîr kom bûn, piştre di çarçoveya pêşniyarên hatin kirin de li ser esasê xebatên yekîtiya netewî Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin.
Jinan di Platforma Yekîtiya Jinên Kurd de diyar kirin ku wê ji zimanê milîtarîst, serweriya mêr û zayendparêziyê dûr bikevin.
Jinan herî dawî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin.