Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên Êzidî û Ereb bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, meşekî girseyî li darxistin.

Li Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi sedan jinên Ereb û Êzidî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî, Ber bi şoreşa Jinê ve’ daketin qadan û meşekî girseyî li darxistin.

Meş li ser Meclisa Gel a Nehiya Sinûnê destpê kir, heta ber Çerxerêya Mam Zekî berdewam kir. Di meşê bi berdewamî dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Jinan’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin. Her wiha di meşê de wêneyên jinên hatîn qetilkirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên rêxistinên jinan hatin rakirin.

Jinan li Çerxerêya Mam Zekî daxuyanî dan. Destpêkê Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hiço axivî. Riham Hiço 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên kedkar û dayîkên şehîdan pîroz kir û wiha got: “Ev 5 hezar sala em jin tên perçiqandin û rastî zilmê tên. Dijmin dema planên wan li ser civakekê hebin û bixwazin civakê tune bikin, beriya hertiştê dest di avêjin jinê. Di dîrokê de baweriya Êzidiyan bi berxwedaniya jinê hatiye naskirin. Di dîrokê de bi dehan jinên wek Zerîfa Osê û Xatûna Fexra û bi dehan jinên din derketine, di nava civakê de rol lîstin, di mile civakî,leşkerî û siyasî de pêşengî ji civakê re kirine. Ji ber wê yekê kengê dijmin xwestibe ziyan bide civaka Êzidî, şexsê jina Êzidî hedef girtiye. Heya xweseriya Şengalê neyê bidestxstin, jin azad nebe û jinên me yên di destê çeteyan de dîl hatine girtin, neyên rizgarkirin, emê ji bo civaka xwe têbikoşin.”

Her wiha li ser navê Meclisa Jinên Herêma Ereban jî jina bi navê Emîra destpêkê berxwedaniya şervan û gerîlayên jin pîroz kir û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Sara Botan jî, derbarê giringiya rojê de diyar kir ku ji bo wan hermû roj 8’ê Adarê ye, ji bo azadiya jinê hemû rojan di nava têkoşînê de ne û wiha pê de çû: “Em wek jinên ciwan ên Êzidî, bi hêrs û kîneke mezin, 8’ê Adarê li tevahiya jinên ku heta niha di destê çeteyan de dîl hatine girtin pîroz dikin û soza tolhildana wan didin.

Piştî axaftinan meş bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.