Li Êlihê gel li dijî tecawizê meşiyan

Gelê Batmanê li dijî rênedana daxuyaniya çapemeniyê ku dihatexwestin ji bo Î.E a piştî destdirêjiya çawîşê pispor Mûsa Orhan û şûnde dawî li jiyana xwe anî, bi girseyê dest bi meşê kir.

Polîsan rê neda ku daxuyaniya çapemeniyê ya bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku dixwestin ji bo Î.E a piştî çawîşê pispor Mûsa Orhan li Êlihê destdirêjî kir û şûnde dawî li jiyana xwe anî, li Parka Azaturkê bikin.

Gelê ku li parkê kom bûn, ji vir ber bi avahiya HDP’ê ya bajar ve ketin meşê. Êlihiyê bi komî ketin ser rê, dirûşmên ‘Desthilat tecawiskar e’ dest bi meşê kirin.

Bi tevlîbûna parlementerên HDP’î tê payîn ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Êlihê daxuyaniyek bê dayîn.