Li 11 navendan pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê

Li 11 navendan pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de li 11 navendan pirozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidaristin. Jinên daketin qadan xwestin hemû jin tevlî meş, xwepêşandan û mitînga 8'ê Adarê bibin û li dijî tundiya li ser jinê dengê xwe bilind bikin.

DÊRSIM

Aktivîstên DOKH'ê li Dêrsimê di çarçoeya bernameya 8'ê Adarê de xebatên mitînga fînalê ya 8'ê Adarê berdewam dikin. Aktivîstên DOKH'ê yên Dêrsimê ku her roj bi bernameyên cûda banga mitîngê dikin îro jî li taxa Ataturkê belavok belav kirin û ji jinan xwest bi awayekî xurt tev li mitingê bibin.

KOCAELÎ

Li Kocaeliyê jî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê roja Înê saet di 13.00'an de li Qada Komarê ya Gebze bi girseyî bê pîrozkirin. Der barê xebatên jinan de Endama Meclisa BDP'ê Arife Çinar, diyar kir ku dê îsal 8'ê Adarê bi bîranîn û şopandina têkoşîna 3 jinên Kurd çalakiyan pêk binin. Çinar bang li hemû jinan kir û xwest tevlî meşa wan a roja înê bibin.

ŞEMREX

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî bi heman armancê dê di 4'ê Adarê de meşa meşaleyî bê lidaristin. Ji bo banga meşê li taxan civînên gel hatin lidarxistin. Di civînê de xebatkarên şaredariyê û rêveberên BDP'ê amade bûn. Di civînê de Hevseroka BDP'ê ya Mêrdîn a berê Sînem Elveren Alp bang li hemû jinan kir û xwest tevlî meşa wan a bi meşaleyî ya di 4'ê Adarê di demjimêr 18.00'an de pêk bê bibin.

SARAY

Li navçeya Sarayê ya Wanê jî bi heman armancê di pêşengiya DOKH'ê de şahî hat lidarxistin. Şahî li ser kolana Komarê pêk hat. Di şahiyê de endamên meclisa şaredariyê, rêveberên BDP'ê û endamên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê amade bûn. Şahiyê bi rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinan berdewam kir. Şahiyê bi stranên Koma NÇM'ê ya Wanê berdewam kir.

BÊGIRÊ

Li navçeya Bêgirê ya Wanê jî aktivîstên DOKH'ê bi heman armancê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de Hevseroka BDP'a Wanê Figen Yaşar, endamên meclisa jinê û gelek aktîvîstên jin amade bûn. Şahî li ber avahiya BDP'ê ya Bêgirê pêk hat. Jinan beriya şahiyê meş pêk anî û wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin ku li ser "Soza we soza me ye, tekoşîna we tekoşîna me ye" vekirin meşiyan. Jinan bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Jin jiyan azadî" qîr kirin.

Piştî meşê û axaftinan koma NÇM'ê stran gotin.

PAYIZAVA

Li navçeya Payizava ya Wanê jî bi heman armancê jin li ber avahiya BDP'ê ya Payizava kom bûn û şahî pêk anîn. Di şahiyê de jinên ji gund û taxan hatin bi cil û bergên xwe yên neteweyî reng dan şahiyê. Jinan li ber muzîkê govend gerandin û pankarta "Ji Rosayan heta Sakineyan soza we soza me, rêya we rêya me ye" ku wêneyên 3 jinên Kurd li ser hebûn vekirin. Jinan bi pankart û dowîzan komkuji, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinan şermezar kir. Rêvebera BDP'ê ya Bajar Miyesser Uras, diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe jin azad nabe û xwest jin li dora Ocalan bibin xelek.

ELBAK

Meclisa Jinê ya BDP'ê li navçeya Elbaka Wanê jî bi heman armancê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de Endama MYK'ê ya BDP'ê Nejla Yildirim, rêveberên BDP'ê yên jin, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên KURDÎ-DER, MEYA-DER û gelek welatiyên din amade bûn. Di şahiyê de wêneyên 3 jinên Kurd hatin vekirin. Komê bê navber siloganên "Jin jiyan azadî", "Ocalan", "Bê Serok jiyan nabe" qîr kirin. Xwendekarên KURDÎ-DER'ê jî şahiyek pêk anî û Hozan Canê stran got.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî meclisa jinê ya BDP'ê û Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê bi heman armancê malbat û dayîkên gêrîlayên HPG'ê ziyaret kir.

MÛŞ

Meclisa Jinê ya BDP'a Mûşê jî bi heman armancê ji avahiya BDPê heta avahiya Şardariye meşek pêk anî. Di meşê de pankarta "Ji tundî zext û êrîşa li ser beden, nasname û zayenda jinê re bese" û "Em dê bi rêxistinbûnê di ber xwe bidin" vekirin. Jinan di meşê de bê navber siloganên "Silav ji Heval Sakine re" û "Jin jiyan azadî" qîriyan. Jinan daxuyanî da û zextên li ser jinê şermezar kir û piştgirî da hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Jin piştî daxuyaniyê dîsa bi siloganan belav bûn.

MÎDYAD

Aktîvîstên DOKH'ê yên Mîdyatê jî bi heman armancê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên din ji di navde nêzî 2 hezar kes amade bûn. Di şahiyê de pankarta "Ji Ocalan re Azadî" vekirin û posterên Sakine Cansız, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan rakirin. Jinên ku bi cilên xwe yên gelêrî tevlî şahiyê bûn bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" qîr kirin. Di şahiyê de Koma Jinên Azad stran got û bi govendê bi dawî bû.

ROBOSKÎ

Li Roboskiyê jî jinan welatî ziyaret kirin. Endama Meclisa BDP'ê Rabia Karaes, Aktîvîstên DOKH'ê, rêveberên BDP'ê gundê Roboskiyê ku balafirên şer ên Tirk welatî bombebaran kir û 34 kesên sivîl hatin qetilkirin ziyaret kir. Koma ku ji nêzî 100 jinan pêk dihat çûn gund û ji aliyê malbatên Roboskiyê ve bi wêneyên 34 kesan hatin pêşwazîkirin. Jinan di ziyaretê de bê navber siloganên "Jin jiyan azadi", "Qatil Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna we li erdê namîne" bilind kirin. Jinan pankarta "Me ji bîr nekir em ji bîr nakin" vekir. Jinên ku bi girseyî çûn ser goristanê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

Li vir axaftin hatin kirin û komkujî hat şermezarkirin. Jinan piştî ziyaretê li dayîkên Roboskiyê qurnefil belav kirin.