Endama Rêxistina Rizgariya Gelê Filistînê Leyla Xalid ku hemû jîyê xwe diyarî azadiya Filistînê kiriye, diyar kir ku wana dest bi pêvajoyeke nû kiriye, ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî wana pêngavên girîng avêtine û da zanîn ku ew hewl didin ku parçebûna li Filistînê ya bi peymanên li Osloyê dest pê kir çareser bikin. Xalid diyar kir ku pirsgirêka Kurd dikare bi muzakereyeke rast çareser bibe û got: “Meşa azadiyê ya jinên Kurd me serbilind dike. Lê qetilkirina sê jinên Kurd li Parîsê li dijî aşitiyê derbeyek cidî bû. Bi ya min ne girîng e ka kê vê yekê kiribe, ya girîng ew e ka ji bo xizmeta kê kiriye. Divê Kurd tiştên ku me jiyan nejîn. Ji ber wê jî divê bi gotinên xweş ên aşitiyê yên desthilatiyê nexapin.”
Leyla Xalid yek ji sembolên têkoşîna azadiya Filistînê ye. Temenê xwe diyarî têkoşîna azadiya Filistînê kiriye û ji bo têkoşîna azadiya Filistîn û jinan demekê di nava şerê gerîla de cih girt. Wêneyê wê yê bi çeka wî ya keleşînkof ve kişandiye di malên gelek şoreşgeran de hene. Leyla Xalid xwedî ezmûneke 54 salan a Rêxistina Rizgariya Filistînê ye. Xalid bersiv da pirsa nûçegihanê ANF’ê Îbrahîm Açikyer ên derbarê rojeva Rojhilata Navîn û Filistîn, pirsgirêka Kurd, qetilkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê, têkoşîna azadiya jinan li Rojhilata Navîn û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê de.
Xalid da zanîn ku ew girîngiyê didin raperînên gel ên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku her çendî bi van raperînan doza Filistînê kete rêza duwem an jî sêyem, lê dîsa jî ew destekê didin van raperînên gel.
Xalid bal kişand ser têkoşîna jinên Filistînê yên di şoreşê de û diyar kir ku cihek girîng di şoreşê de girtine û got: “Hevalên me yên têkoşer ên jin ên di girtîgehên siyonîzma Îsraîlê de me serbilin dikin. Gelek mirov di girtîgehan de ne. Li Tûnisê, di raperîna gel de jin di refên pêş de cih girtin û ev yek li Misir û Yemenê jî hate dîtin. Jixwe tevgerek ku jin têde tune be nikare bi ser bikeve.”
JINÊN KURD ME SERBILIND DIKIN
Xalid destnîşan kir ku li gel vana hemûyan jinên Filistînî negihiştine asta dihat xwestin û bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û diyar kir ku jinên Kurd di hemû meş û çalakiya de di refên pêş de cih xwe digirin. Xalid got: “Jinên Kurd me serbilind dikin. Bala me dikişînin ser xwe. Jinên Kurd bêyi ku cûdakariya zayendî bikin, mil didin milê mêran û têkoşînê dimeşînin. Tiştek dixwazim ji jinan re bêjim: jiyanek ku hûn bijîn heye. Zêdetir bibin dilsozê vê jiyanê. Bextewarî di têkoşînê de heye.”
TIŞTÊN KU ME JIYAN, BILA KURD NEJÎN Û NEXAPIN
Xalid destnîşan kir ku gihiştina pêvajoya aşitî û muzakereyan pir girîng e û got: “Em destekê didin. Dişopînin. Lê ev pirsgirêk heye; aşitiya kê ji bo çi aşitî? Aşitî azadî û demokrasî ye” û wiha domand: “. Bi ya min ne girîng e ka kê vê yekê kiribe, ya girîng ew e ka ji bo xizmeta kê kiriye. Divê Kurd tiştên ku me jiyan nejîn. Ji ber wê jî divê bi gotinên xweş ên aşitiyê yên desthilatiyê nexapin.”
DIVÊ PIŞTEVANIYA TEVGERÊN FILISTÎN Û KURDAN BÊ XURTKIRIN
Leyla Xalid destnîşan kir ku helbet di navbera tevgera Kurd û Filistînê de cûdahî hene û got: “Lê zilma desthilatî li van tevgeran dike yek e. Awayê herî dijwar ê vê zilmê dagirkerî ye. Helbet gelek awayê mêtîngertiyê hene. Mêtîngeriya aborî, çandî, civakî û siyasî hene. Lê têkoşîna azadiyê li gorî welat û herêmê û daxwazan diguhere.” Xalid diyar kir ku divê tevgerên azadiyê yên Kurd û Filistînê piştgiriyê bididin hev du û ezmûnên xwe yên têkoşînê bi hev re parve bikin.
Şoreşgera jin Leyla Xalid bal kişand ser pêvajoya li Filistînê û rewşa dawî ya Filistînê jî nirxand. Xalid destnîşan kir ku wana dest bi pêvajoyeke nû kiriye, ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî wana pêngavên girîng avêtine û da zanîn ku ew hewl didin ku parçebûna li Filistînê ya bi peymanên li Osloyê dest pê kir çareser bikin.
MAFÊ TIRKIYEYÊ TUNE KU DEST LI SÛRIYEYÊ WERBIDE
Xalid bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li Sûriyeyê jî got: “Ev bi salan e Kurd bûne weke parçeyek girîng a civakî ya li Sûriyeyê. Her kesê bi awayekê dest avêtiye vê qeyrana li Sûriyeyê pêş ket. Helbet di serî de Kurd, hemû neteweyên weke Suryanî, Ermenî û yên din dê pirsgirêka xwe bi xwe çareser bikin. Bi vê pêvajoyê re atmosfereke baş çêbûye.” Xalid diyar kir ku mafê Tirkiyeyê tune ku dest li Sûriyeyê werbide û got: “Em li dijî vê ne. Divê emli dijî vê bin. Hûn mafek wiha ji kû dibînin? Ev bêrêzîye. Tehdîtkirina bêrêzî ye. Divê ev neyê kirin. Em bi her awayî li dijî destwerdanên ji derve ne. Li Sûriyeyê jî û li her derê.”
LEYLA XALID KÎ YE?
Leyla Xalid 9’ê nîsana 1944’ê li Hayfaya di bin dagirkeriya Îngilîzan de bû hatiye dinê. Piştî pevçûnên 1947 di navbera Ereb û Cihûyan de dest pê dike ew koçberê Libnanê dibin. Leyla Xalid di 15 saliya xwe de tevlî nava refên Rêxistina Rizgariya Gel a Filistînê dibe. Leyla Xalid li Zanîngeha Amerîkan a Beyrûdê perwerdeya bijîşkî dît.sala 1967’ê piştî Şerên Rojên Zêrîn ji bo xebatên Rêxistina Rizgariya Gel a Filistînê li Kuwêtê dest bi mamostatiyê dike. Di navbera salên 1969 û 1970 tevlî çar çalakiyên revandina balafiran bû.
Leyla Xalid ku di Rêveberiya Neteweyî ya Filistînê de nunertiya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê dike, gelek caran li welatan digere û derbarê Filistîn û Rojhilata Navîn de konferansan dide. Leyla Xalid a ku dayika du zarokan e, ji 1964’ê ve li sirgunê li paytexta Ûrdin Ammanê dijî.