Lêgerîna li azadiyê ew gihand hev

Yerîvan û Sarya, du dilên ciwan. Her du jinên ji Botan û Serhedê bi rê ketin, li ser rêya azadiyê gihîştin hev. Û di nava refên YJA Starê de par di 12'ê Nîsanê de tevlî karwanê nemiran bû.

Ji sala 2015'an û vir ve, di şerê giran de gerîlayên têkoşîna azadiyê li dijî artêşa Tirk bi xurtî li ber xwe dan, têkoşiyan. Di vî şerê giran de gerîlayên YJA Starê Yerîvan Kiçî (Şohret Şen) û Sarya Jiyan (Evîn Egîrcîk) di 12'ê Nîsana 2016'an de jiyana xwe ji dest dan.

Her du gerîlayên YJA Starê ku yek jê ji Serhedê, ya din jî ji Botanê ye, bi ruhê berxwedana dîrokî ya gelê Kurd li çiyayên azad gihîştin hev. Bi Sarya re ruhê raperînê yê Agirî, bi Yerîvan re jî ruhê berxwedanê yê Şirnexê hebû. Ya ku ew li nava refên gerîla gihand hev jî, tovên azadiyê bûn, ku li Kurdistanê hatin reşandin.

Yerîvan Kiçî (Şohret Şen) li navçeya Hezex a Şirnexê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Êş û azara ku dewleta Tirk di salên 90'î de bi gelê Şirnexê da kişandin, ji mezinên xwe guhdarî dike. Ev yek dibe hêrseke mezin û dikeve dilê Yerîvanê. Wekî din, li çîroka serhildanê ya Bêrîvanê ya li Cizîrê guhdarî dike. Gerîla Yerîvan kengî li çîrokên berxwedanê yên gelê Botanê guhdarî dike, daxwaza wê ya ji bo azadiyê zêdetir dibe. Di biçûkaniya xwe de dest bi lêkolînkirina dîrok û têkoşîna azadiyê ya Kurd dike. Biryarê dide tevlî nava refên gerîla bibe û di asteke bilind de têbikoşe. Û di sala 2013'and e berê xwe dide nava refên gerîla û dibe hêviya gelê xwe.

EW HER TIM JI BO ME BÛ MÎNAK

Hevala Yerîvan Kiçî Amara Rosa Botan qala hevrêya xwe dike: "Hevala Yerîvan, tevî ku emrê xwe gelekî ciwan bû, jiyana PKK'ê bi kûrahî pejirand û weke pîvanekî danî pêşiya xwe ku bi vî ruhî di her kêliya jiyanê de bijî. Bi sîstem û dîsîplîna xwe gerîlayeke her tim bal dikişand ser xwe. Me ji hezkirina wê ya ji hevrêyên xwe didît bê çiqasî dilsoza PKK'ê ye. Baweriyeke mezin xwe li doza xwe digirt û ji bo têkoşîna xwe geş bike, her hewl dida. Daxwaz û hewldanên wê dikir ku di pratîkê û kar de serketî be. Em jî wê her tim bi wan taybetmendiyên bedew bibîr tînin û ji xwe re mînak dibînin. Em soza xwe ji bo hevala Yerîvan Kiçî (Şohret Şen) û hemû hevrêyên din ên şehîd bûne dubare dikin, ku em ê têkoşînê bi ser bixînin."

RUHÊ SERHILDÊR BERÊ SARYA DA ÇIYÊ

Gerîlayeke din a berxwedêr a PKK'ê Sarya Jiyan (Evîn Egîrcîk) e. Ew jî mîna hevala xwe Yerîvan Kiçî ya pê re şehîd bû, keça malbateke welatparêz e. Sarya Jiyan bi eslê xwe ji navçeya Bazîd a Agirî ye, di sala 1992'an de piştî ku ji dayik dibe, malbata wê koçî Stenbolê dike. Li vî bajarê ku kapîtalîzm lê serdest e, ew bi çand û nirxên Kurdewarî mezin bû. Raperîna Agiriyê ti carî ji bîr nake. Û her tim bûyerên bi serê gelê wê ve hatiye tîne bîra xwe û bi vî rengî dijî. Dûre dest bi zanîngehê dike û li beşa mûhasebeyê dixwîne. Lê belê lêgerînên wê, ruhê wê yê raperîner nahêle ku Sarya li cihê lê ye bimîne. Ew jî di sala 2014'an de berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê.

'TÊKOŞÎNA ME KU EMANETÊ ŞEHÎDÊN ME YE, WÊ BI SER BIKEVE'

Hevala wê Zelal Mêrdîn ku pê re ma, qala Jiyan dike: "Hevala Sarya li hemberî şaşitiyan helwesteke radîkal nîşan dida. Bi hesasî hewl dida rastiyên tevgera me biparêze. Alîkarî dida hemû hevalên xwe. Dilê wê paqij bû, rûyê wê li ken bû. Bi rengekî fedakar tevlî her qada jiyanê dibû. Dizanîbû ku fedakariya li jiyanê wê fedakariya li her cihî be. Mîna hemû gerîlayan hevala Sarya jî di demên herî zehmet de gelekî dixwest li qada Bakur bibe gerîla. Ez gelek tişt jê hîn bûm. Têkoşîna ku hevalên me yên şehîd radestî me kirine, wê bi ser bikeve."

RASTÎ RADESTÎ HEVRÊYÊN XWE KIR

Sarya û Yerîvan ên ji Serhed û Botanê, demeke kurt piştî tevlîbûnê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hev nas dikin. Tevî ku demeke dirêj nekarîn bi hev re bimînin jî, têkiliya hevrêtiya PKK'ê bi xurtî bi hev re datînin. Her du jî bi taybetmendiyên xwe yên bedew ên bêhempa û bi dilsoziya xwe ya bi PKK'ê re dibin nîşaneya hevrêtiyê. Armanca wan a hevpar 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad, Jin a Azad' e. Yerîvan Kiçî (Şohret Şen) û Sarya Jiyan (Evîn Egîrcîk) di 12'ê Nîsana 2016'an de rastî û têkoşîna xwe radestî hevrêyên xwe kirin û tevlî karwanê rêyên rastiyê bûn.