Koordînasyona PAJKê: Navenda têkoşîna me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Koordînasyona PAJK’ê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û goy “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo navenda têkoşîna me ye.”

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em 74’emîn rojbûna Rêberê me li jin, ciwan, gelê Kurd û li mirovahiya azadîxwaz pîroz dikin. Di şexsê dayîka serhildêr a ku berhema çanda dayîka xwedawend bû, dayîka Uveyş de li tevahî dayîkên welatparêz û kedkar pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo, ji bo jin û mirovahiyê dîrok, niha û pêşeroj e. Xwedîderketina li Rêbertiyê, xwedîderketina li dîrok, niha û pêşerojê ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vê berpirsyariyê di vê pêvajoyê de li jinan û tevahiya mirovahiyê, ji her demê zêdetir xwe ferz dike. Rojbûna Rêber Apo niha ye, niha jî teqez di azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê re derbas dibe.

Rojbûna Rêberê me, di rûpelên dîroka mirovahiyê de destpêk û pêşveçûneke nû ye. Ji bo tekoşîna azadiya jinê zayîneke vejînî ye. Ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest hêviya azadî û mîsogeriya serkeftinê ye. Paradîgma û xeta azadiya jinê tewriya vê projeyê ye. Pergala Modernîteya Demokratîk û konfederalîzma jinê şêwêyê wê yê jiyanî ye. Rojbûna Rêber Apo ji bo jin, ciwan û gelan di vê girîngiya dîrokî û wateya mezin de ye.

Rêberê me ji bo nirxên mirovahiyê û dîroka wê ya berxwedanê, li ser xaka ku xwediyê para mezin ya vê çandê ye dest bi meşa xwe ya azadiyê kir. Rêber Apo, di her gaveke meşa azadiyê de gelekî, ji zanebûn û felsefeya hebûna xwe dûr ketiye rizgar kir. Li hemberî serdem û pergala Modernîteya Kapîtalîst helwesta Rêber Apo, ji bo jinê, gelê Kurd û mirovahiyê helwesteke dîrokî bû. Li hemberî zihniyet û çanda mêrsalar, helwesteke zanistî, civakî, felsefîk û dayîktiyê ye. Rêberê me, esasê fikra azad, jin û civaka azad li ser berhemên nirx û çanda dayîka bi bereket ava kir. Ji bo wê tekoşîna mezin pêşxist. Bingeha şoreşa mirovahiyê, tevgera sosyalîst û şoreşgerî bi pêşengiya jinê pêşî li Kurdistanê avêt. Lê îro, paradîgma jiyana azad û wekhev li ser xeta tekoşîna azadiya jinê, bîrdoziya rizgariyê û jineolojiyê li cîhanê ji bo jinan û mirovahiyê bûye çavkaniya hêvî û tekoşînê.

Rêber Apo bi kesayeta xwe ya dîrokî û Rêberane bi fedekariyeke mezin, bi sekna berxwedêr ya ku mînaka wê di dîrokê de çênebûye berpirsyariya tekoşîna azadiyê, li ser navê jin-civakê bi cih tîne. Rêberê me, bi vê berpirsyariyê li dijî hemû hêzên serdest ên cîhanî disekine. Hêzên hegemonîk ên cîhanî ev rastiya ku Rêbertiya me di kesayeta xwe de temsîl dike, li dijî berjewendiyên pergala serdest wekî xetere dibînin. Ji ber vê tirsa xwe şerekî mezin li hemberî Rêbertiyê dimeşînin. Bi 75’emîn a rojbûna Rêber Apo re, ev şerê mezin bi awayekî herî dijwar li dijî Rêberê me berdewam dike. Di şexsê Rêbertiyê de jî li dijî jin û civakê bi awayekî faşîzane ev şer di asta lûtkeyê de didome.

Em jin û gelê Kurd di sala 51’emîn a tekoşîna azadiyê de rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Navenda tekoşîna me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Li ser vî esasî biryara me, girêdana me ya rast bi xeta Rêbertiyê re di serxistina tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê re derbas dibe. Em bi van hestan û bi berpirsyariya dîrokî ya ku li pêşiya me jinê û gelan disekinê wateyê li rojbûna Rêber Apo bar dikin. Di serî de divê her jineke Kurd di vê demê de hemû hêza xwe û îradeya xwe ya tekoşînê seferberî vê berpisyariya dîrokî bike û ji bo azadiya Rêberê xwe em şev û roja xwe bidin tekoşînê. Em bi vê biryardariyê coşa rojbûna Rêberê xwe jiyan dikin. Em bi vê girêdanê û hevaltiya kûr a jinê bi Rêbertiyê re careke din Rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin û soza bilindkirina tekoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin.”