Koordînasyona KJK'ê êrîşa PDK'ê ya li Şengalê şermezar kir û got, "Şengal a Şengaliyan e. Di êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an de eger YPG/YPJ, HPG/YJA Starê nebûna, civaka Êzidî wê bi temamî bihata qirkirin û dibe ku ji ser rûyê erdê bihata tinekirin. Li dijî çeteyên har ên DAIŞ'ê, gerîlayên me bi wêrek û lehengiyeke mezin tevgeriyan, bi fedayî li ber xwe dan û civaka Êzidî ji komkujiyeke mezin rizgar kirin."
PDK'Ê NEKARÎ VÎ GELÎ BIPARÊZE
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser avabûna Meclîsa Êzidiyan, meclîsa jinê li Şengalê, ku ji bo biryarên xwe bi xwe bigirin, xwe bi xwe biparêzin û wiha hat gotin, "Hebûna gerîla, temînata herî mezin e ku civaka Êzidî karibe Şengaleke xweser a xwe bi xwe lê bi rê ve bibe, ava bike. PDK'ê, beriya fermana 2014'an a DAIŞ'ê, tiştek neda civaka Êzidî. Tevî ku civaka me ya Êzidî, jinên Êzidî bi salan di nava kontrola PDK'ê de man jî, ji aliyê xweparastinê, perwerde, tenduristî û kar ve ti derfet ji wan re nehat dayîn. PDK'ê ti girîngî neda warê pîroz ê Êzîdxanê. Şengal her tim weke cihê herî xizan ê Başûrê Kurdistanê hat hiştin. Ya herî girîng jî, gelê me yê Êzidî di dema êrîşa DAIŞ'ê de bi tenê hat hiştin. Bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin. Dest avêtin wan. Hatin firotin. Bi hezaran jin hê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. PDK'ê nekarîbû vî gelî biparêze. Niha jî PDK weke propagandayekê timî vê dibêje; 'Çawa ku me pêşmergeyên xwe şand Kobanê û piştî rizgariya Kobanê me pêşmergeyên xwe vekişand, gerîlayên PKK'ê jî li Şengalê alîkarî dan me, niha pêwîstî bi vê alîkariyê nîne, bila ji Şengalê vekişin'. Ev rewş ne weke hev e. Li Kobanê mîna Arîn Mîrkan bi sedan keç û xort, şervanên azadiyê li ber xwe dan. Şehîd bûn. Ti carî Kobanê neterikand. Şervanên azadiyê ji bo rizgariya Kobanê bi canbexşane li ber xwe dan. Piştre pêşmerge çûn Kobanê û destek dan şervanên azadiyê. Ji ber vê yekê nabe ku berxwedana Kobanê û bûyera Şengalê weke hev bê dîtin. Ev rewş ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn."
YÊN ÊRÎŞ KIRIN, ÇETEYÊN DEWLETA TIRK IN
Daxuyaniya KJK'ê wiha dewam kir:
"Yên li Xanesorê êrîşî civaka Êzidî û gelê Rojava kirin, pêşmerge nînin. Pêşmerge axa Kurdistanê diparêze. Pêşmerge bi çekê naçe ser gelê Kurd, êrîş nake. Yên li Xanesorê êrîşî gel, hêzên YBŞ/YJŞ'ê kirin, çeteyên dewleta Tirk û artêşa revokan e. Komeke bi vî rengî ya çete, bi ti awayî nikare civaka Êzidî biparêze. Dixwazin civaka Êzidî hê bêhtir bikin kole, bixin bin desthilatdariya xwe û wan talan bikin.
JIN WÊ BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN
Herî dawî gelê me yê Hesekê, dayikên Êzidî, mirovên me yên Ereb, Suryanî û welatparêzên me, ji bo destekê bdin gelê me yê li Xanesorê û wan ziyaret bikin, xwestin biçin herêmê. Vê koma har a çete û xayinan li vê derê êrîşî wan kirin. Bi çekan êrîşî mirovên sivîl ên bê çek, êrîşî jin û dayikên hê birînên wan nehatine pêçandin kirin. Li vê derê, endama TAJÊ Nazê Naîf Qaval a 21 salî şehîd xistin. 15 kes birîndar kirin, ku 2 jê endamên çapemeniyê ne. Van çeteyan beriya niha jî bi zanebûn rojnamevana jin Nûjiyan Erhan kiribûn hedef û ji serê wê ew bi giranî birîndar kiribûn. Bi zanebûn êrîş li jinan û endamên çapemeniyê yên jin tê kirin. Jin her tim şervanên zexm ên rastiyê ne. Endamên çapemeniyê yên jin, ji bo rastiyê bi rengekî vekirî ji tevahiya cîhanê re ragihînin, bi canbexşane dixebitin. Ji ber ku rojnamevanên jin rastiyan bi rengekî zelal radixin pêş çavan, yekser dibin hedef. Bi van êrîşên dawî re careke din hat dîtin, êrîşa li dijî jinan nîşaneya xweranegirtina PDK'ê ya li azadiya jinê ye. Lê belê, di serî de jinên Êzidî hemû jinên Kurd ên bi nêrîna azadiyê hesiyan û xwe bi rêxistin kirine, bi xurtî li ber xwe didin. Lewma berxwedana jinan a li Xanesorê, li Şengalê wê dewam bike.
DIVÊ CIVAKA ME YA ÊZIDÎ XWEDÎ LI ŞENGALÊ DERKEVE
Em endama TAJÊ Nazê Naîf Qaval bi rêzdarî bibîr tînin û weke KJK'ê sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin. Em ji hemû kedkarên jin û gelê me yê di vê êrîşa xayin de birîndar bûn, şîfa xêrê dixwazin. Em hemû jinên li Xanesorê li ber xwe didin silav dikin. Em, jin û gelên xwe yên li Rojava ji ber çalakiyên wan bi coş silav dikin. Ji bo parastina Şengalê em bang li tevahiya civaka xwe ya Êzidî dikin ku vegerin Şengalê û li her cihê lê ne li ber xwe bidin, xwedî li Şengalê derkevin.
GELÊ KURD LI HER CIHÎ LI BER XWE DIDE
Em bang li PDK'ê dikin! Divê hêzên xwe ji pêş Xanesorê vekişînin. Eger nayê xwestin ku di dîroka Kurdan de rûpeleke nû ya tarî vebe, divê hêzên xwe vekişînin. Erdogan ji bo xatirê desthilatdariya xwe dixwaze Kurdan bike qurban. Hevkariya PDK-dewleta Tirk bi ti awayî bi kêrî gelê Kurd nayê. AKP dijminê Kurdan e. Başûrê Kurdistanê jî di nav de naxwaze li ti parçeyî, Kurd bi ser bikeve. Armanca AKP'ê ew e ku Kurdan li dijî hev bide şerkirin û wan bi kar bînin. Ji kuştina bi hezaran kesî, girtin û xerakirina gund û bajarên Bakurê Kurdistanê berpirsyar e. Yên ku AKP'ê ji xwe re weke dost dibînin û bi vî rengî tevdigerin, wê têkçûna wan mezin be. Ji ber ku gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd li Şengal, Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat û her devera Ewropayê bi xurtî li ber xwe didin. Berxwedan di her kêlî, her saetê de mezin dibe û deng vedide.
DIVÊ GELÊ ŞENGALÊ BIRYARA XWE BI XWE BIDE
Li ser vê bingehê, em bang li gelê Başûr û hemû jinan dikin, ku xwedî li Şengalê derkevin. Divê Şengal xweser be. Karibe biryara xwe bi xwe bide. Parastina xwe bi xwe bike. Pêwîste YBŞ, YJŞ weke hêza xweparastinê ya Şengalê bê qebûlkirin. Gelê Şengalê dikare xizmetên xwe bi xwe tedarik bike. Piştî êrîşa 2014'an, civaka me ya Êzidî dît ku dikare bi îradeya xwe xwe bi rê ve bibe. Ev îradeya azad derxist holê. Ji ber vê yekê, pêwîstiya xwe bi kesî nîne, têra xwe dike. Şengalî bi xwe dikarin Şengalê ava bikin. Pêwîstiya xwe bi PDK'ê nîne. Berevajî, PDK'ê bi xwe nehişt bi sedan malbatên Êzidî yên xwestin vegerin, derbasî Şengalê bibin. Ev yek jî nîşan dide, ku PDK ne li pey ji nû ve avakirina Şengalê ye, derdê PDK'ê desthilatdariya wê ye.
BANGA LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin, ku ji bo statuya xweser a Şengalê, ji bo parastina vî gelê kevnar ê 73 ferman lê rabûye, di çarçoveya qanûnên xwe de bikeve nava hewldanan.
EM ŞEHÎDÊN HELEBCEYÊ BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN
Îro di heman demê de 29. salvegera Komkujiya Helebceyê ye. Em pênc hezar mirovên di komkujiya Helebceyê de bi fermana dîktator Saddam Huseyîn şehîd hatin xistin, bi rêzdarî bibîr tînin. Destketiyên heyî yên gelê Başûr bi saya serhildan û berxwedanên gel û jinan afirî ne. Xwediyê rastî yê destketiyan, civak bi xwe ye. Lê belê partiyên heyî nekarîne xwedî li van destketiyan derkevin û hê jî sîstemeke demokratîk û wekhev nekarîne ava bikin.
GIRÎNGIYA XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Xeteriya komkujî, Enfal, qirkirinê ya li ser Kurdan hê jî dewam dike. Jiyana azad, demokratîk û wekhev a li her çar aliyên Kurdistanê, bi pêkhatina azadî, demokrasî û statuya li her çar parçeyên Kurdistanê dibe. Ev yek jî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêkan e. Heta ku gelê Kurd nebe yek, nikare bi ser bikeve. Lazim e hemû aprtî û sazî ji bo vê bixebitin. Bi vê wesîleyê, di çarçoveya hesasiyeta serdemê de em bang li hemû partiyên li Kurdistanê dikin, ku bi cidî û berprisyarî xebatên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî bimeşînin."