Kongreya Star salvegera xwe ya damezirandinê pîroz kir

Kongreya Star salvegera 16’emîn a damezirandina xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de bang li jinan hate kirin ku bila li hemberî kujeran helwesta xwe zelal bikin.

Kongreya Star a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistina sîwan a jinan e, salvegera xwe ya 16’emîn pîroz kir. Pîrozbahî li navenda çandê ya li herêma Sîrrînê ya Kantona Kobanê hate kirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Starê ya herêma Sîrrînê Buşra Xilas di destpêkê de axivî. Piştî wê jî endama meclîsa Çelebiyê Xedîce El Faris, Qamer Ebo Noma û li ser navê Komîteya Perwerdehiyê Xoza Ehmed axivî.

Buşra Xilas diyar kir ku Kongreya Star nasnameya hemû jinan e û got , “Bi damezirandina Kongreya Starê re jinan ber bi azadiyê ve gav avêtin. Jinan berxwedaneke mezin nîşanda û çeteyên DAÎŞ’ê têk birin. Jin li hemberî feraseta baviksalar jî têdikoşin. Li ser jinan her cure êşkence, tecawiz û şîddetên din hene. Em bang li jinan dikin ku li dijî kujerên jinan bila dengê xwe bikin yek.”

Endama Meclîsa Çelebiyê Xedîce El Faris jî got ku, “Kongreya Star çavkaniya bingehîn a azadî û jiyanê ye. Jin ji bo bidestxistina azadî û nasnameya xwe kedeke mezin dan. Ji bo xwedîlêderketina vê kedê divê em qadên xwe yên têkoşînê berfirehtir bikin.”

Di pîrozbahiyê de Xoza Ehmed jî got ku, “Bi saya jinên şoreşger, rêxistinên jinan ava bû û li her qadê komîte û tevgerên xwe damezirandin. Piştî herêma Sîrrînê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bû, jinên Ereb jî di nav rêxistinên jinan de cih girtin. Jinên ku di malê de asê mabûn îro li her qadê têdikoşin.”