Kongreya 4. a Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî

Kongreya 4. a Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê, kongreya xwe ya 4. pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Kongre bi beşdariya bi dehan jinan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hannoverê pêk hat.

Kongre di şexsê şehîdên Bestayê û ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên jin ên şoreşê dest pê kir. Di kongreyê de pankarta bi nivîsa "Bi ruhê berxwedanê yê Sakîne Cansiz û Sêvê Demîr em berê xwe bidin xwerêveberî û jiyana azad" hate vekirin.

Piştî hilbijartina dîwanê, nirxandina rewşa siyasî hate kirin.

Li dû nirxandina karên meclîsê, endamên nû yên meclîsê hatin hilbijartin. Her wiha komîsyonên rêxistinbûn, çand, têkiliyên derve, karê Kurdistanî, edalet û dayikên aştiyê, bawerî, kooperatîfa civakî, çapemenî, ciwan û berdevkên wan hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.