Kongra Star: Komkujiya 12’ê Adarê nayê jibîrkirin

Kongra Star têkildarî Komkujiya 12’ê Adarê ya Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir qetlîam nayê jibîrkirin û divê têkoşîna ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê dewam bike.

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 19’emîn salvegera Komkujiya Qamişloyê ya 12’ê Adara 2004’an, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Rojavayê Kurdistanê ku wekî mîrateya şoreşeke Kurdistanî û neteweyî tê naskirin, bi kedên mezin û berxwedanên bêhempa li hemberî hişmendiyên serdest û zordest sekiniye. Her çendî gelek bûyer û şêwazên zilmê jî hatine bikaranîn, lê belê bîr û baweriya bi azadiya gelan ji her demê zêdetir ew bi ser ketiye.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi bûyerên rojên 12 û 13’ê Adarê hate kirin û hat destnîşankirin ku ji ber Kurdên li Rojava cara yekemîn doza mafê xwe kir, rastî êrişeke hovane hatin û wiha dom kir: “Vê serhildanê sînorên tirs û koletiyê di dilê gelê Kurd de şikand, belavî hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê kir û gihişt Heleb û Şamê. Li Ewropayê jî Kurd daketin qadan û serî hildan.

Rejîma Sûriyeyê heta niha jî mafên Kurdan paşguh dike û hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser re red dike. Divê em heta bidestxistina azadî û demokrasiyê li welatê xwe li pey doza xwe bin.”