Kongra Star bang li jinan kir: Dakevin qadan

Meclîsa Kongra Star bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî daxuyaniyek da û bang li jinan kir ku heta serketinê li qadan bin.

Di daxuyaniya Meclîsa Kongra Star de di şexsê Roza Luksembûrg, Leyla Qasim, Leyla Şaylemez, Sara, Fîdan Dogan, Jîna Emînî, Tolhildan, Nagîhan, Hind, Seîda, Çîçek û Zeyneb de 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî li şehîdên jin hemûyan hate pîrozkirin.

Di dewama daxuyaniyê de serhildana bi pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê-Îranê jî hat silavkirin û bal hat kişandin ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye dirûşma hevpar a tevahî jin û civakên ku azadiya xwe di azadiya jinê de dibînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîn û îradeyeke mezin berxwedan û têkoşîna azadiyê gihandin asta herî jor.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Meşa berxwedan û têkoşînê ya ji mîrateya dîrokî ya berxwedana jinên di kargeha tekstîlê de dixebitîn heta roja îro didome.

Em soz didin ku em ê heta serketinê li ber xwe bidin û têbikoşin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku heta serketina azadiyê li qadan bin. Têkoşîna di hemû qadên jiyanê de wê bibe rêya rizgarî û bidawîkirina tundiya li ser jinê. Em weke rêxistinên jinan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê divê her kêlî li ber xwe bidin."