Konferansa Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê dest pê kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Konferansa 12'an a Meclîsa Îştar bi tevlêbûna 400 delegeyî dest pê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Konferansa 12'an a Meclîsa Îştar bi tevlêbûna 400 delegeyî dest pê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Konferansa 12'an a Meclîsa Îştar bi beşdarbûna 400 delegeyan her wiha bi şîara ‘Bi ruhê yekîtiya jinê emê tekoşînê geş bikin û Rêber Apo azad bikin’ destpê kir.
Konferans wê du rojan bi dome. Salona Konferansê bi posterên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û şehîdan, her wiha pankartên ku bi nivîsa ‘Em ê bi tekoşîna jinên penaber faşîzmê têk bibin û bi Rêber Apo re azad jiyan bikin’ , ‘Jina bi rêxistinkirî welatekî bi rêxistinkirî ye’, ‘Em berxwedanî û serkeftina gerîlayên hemdem silav dikin’, ‘Divê hemû roj bi jina azad re were jiyankirin’, ‘Rêgeza Bingehîn ya jiyana azad parastina cewherî ya jinê ye’, ‘Em ê bi hişmendiya azad pergala Îmralî hilweşînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin’ hatin xemilandin.
Beriya ku Konferans destpê bike ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, KJK destpê kir û bi xwendina raporan dewam dike.