Konferansa jinê ya rêveberiyên herêmî ya DBP’ê dest pê kir

Konferansa Jinê ya Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê li avahiya HDP'ê ya Amedê dest pê kir. 

Konferansa bi şiyara "em ji bo xaka xwe, Serokê xwe û azadiya xwe li ber xwe didin” û “li dijî faşîzmê jin li ber xwe didin” pêk tê, bi tevlîbûneke xurt dest pê kir. Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigit, alîkarên hevseroka DBP’ê, şaredarên HDP’ê û gelek nûnerên saziyan di konferansê de amade ne. 

Konferansê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir.

Alîkara hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Hacer Ozdemîr axaftina vekirinê kir û di destpêka axaftina xwe de hevseroka DBP’ê ya girtî Sebahat Tûncel bi bîr xist.

Hacer Ozdemir diyar kir ku desthilatdarî têkoşîna jinê xistiye hedefa êrîşan û got: “Faşîzm di kirinên xwe de jinan ji xwe re weke kelem dibîne.” Hacer Ozdemîr wekî din destnîşan kir ku ji bo Kurd nebin xwedî statu li qadan êrîşî wan dikin û bal kişand ser ku ji bo wê ji gava yekem bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.

Di konferansê de mesaja hevseroka HDP’ê Sebahat Tûncel jî hate xwendin.

MESAJA SEBAHAT TÛNCEL

Mesaja ku tê de Sebahat Tûncel pêşî girtiyên nexweş silav dike bi vî rengî ye:

"Heke em têkoşîn û berxwedana li derve û ya li hindur bikin yek, li hemû qadên jiyanê piştgiriya jinê bi pêş bixin û têkoşînê hevpar bikin, wê xeta me ya azadiyê hê zêdetir bi hêz bibe.

Divê êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê ku pê bi awayekî derhiqûqî destketiyên Kurdan ji xwe re dike hedef, bibe xala bingehîn a vê konferansê. Em weke hevrêyên we yên li hindur ji bo şermezarkirin û rawestandina êrîşan piştgiriyê didin hewldanên berxwedanê. Lê divê hûn li derve piştgiriya bi Efrînê re bilind bikin. Hewce ye ku hûn bi awayekî xurt piştgiriyê bidin têkoşîn û berxwedana Efrîne, piştgiriya bi jinên Efrînê re bilind bikin. Efrîn ne tenê Efrîn e. Îro dilê hemû Kurdistaniyên li her derê cîhanê, gelên aligirên demokrasî, azadî û aştiyê bi Efrînê re ye. Êrîşên li dijî Efrînê li hember hemû gelê me û gelên Kurdistanê têne lidarxistin."

Nameya ku Sebahat Tûncel tê de berdxwedana Kobanê bi bîr xist wiha dewam dike: "Ev berxwedan û meşa azadiyê ya ku li Kobanê dest pê kir, niha li Efrînê didome."

Tûncel her wiha balê dikşîne ser zextên dewleta Tirk ên li hember nerazîbûnên şer: "Cepheya faşist a AKP-MHP ji dengê civaka muxalîf ditirse. Hewl dide ku lewaziya xwe, behêziya xwe, neheqiya xwe bi polîtîkayên zextê veşêre… Em tevahî jin û mirovên wêrek carek din silav dikin ku li hember pergala zilmê ya rewşa awarte derdikevin, di wekheviyê de bi israr in û ji şer re dibêjin ‘na’ û piştgiriyê didin gelê Efrînê."

Sebahat Tûncel di dawiya nameyê de diyar dike ku ew jê bawer e ku wê biryarên xurt di konferansê de bên girtin û ji demê re bibe bersiv.