Konferansa Jinan a Amedê: Em ê li dijî desteserkirina şaredariyan berxwedanê bilind bikin

Desteya Rêveberên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa Jinan a Amedê lidar xist.

Konferans li Salona Ayaz Dugun hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî konferansê bûn. Pankartên “Ji bo Azadiyê” û “Hevserokatî xeta me ya mor e” li salonê hatin daliqandin.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi avakirina dîwanê re dewam kir. Hevberdevka Desteya Rêveberên Herêmî ya HDP’ê Halîde Turkoglû axaftina vekirinê kir û got ku wan konferansa ji bo amadekariyên rêveberiya herêmî pêk anîn.

Turkoglû qala şerên li Rojhilata Navîn kir û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku ji Filîstînê heta Rojava, netew dewlet rejîmên şer in ku bi gelên xwe aştiyê çênake. Tecrîda li ser Birêz Ocalan, bêhiqûqiya li Îmraliyê bandorê li hemû qadên me yên jiyanê dike. Ev 7 sal in em li Kurdistanê weke nûnerên îradeya gel, rû bi rûyê xespkirina maf man. Vê rejîma şer xwe di rêveberiyên herêmî de jî nîşa kir, qeyûm nîşaneya vê yekê ne.”

Turkoglû nerazîbûn nîşanî şîdeta sîstematîk a ku bi qeyûman didome, da û got: “Gelek nîqaşên me çêbûn. Ev 7 sal in me li dijî rejîma qeyûm gav paş ve neavêt. Hevserokên me û endamên me yên meclîsa jinan hewl dan siyaseta demokratîk bimeşînin. Carna li qadan, carna li kolanan têkildarî vê mijarê rojev afirandin, konferans lidar xistin. Bi gelek tevgerên jinan re jî hevdîtin hatin kirin.”

‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E’

Turkoglû anî ziman ku di rejîma qeyûm de israrkirin, tê wateya di polîtîkayên înkar û tunekirinê ya li dijî gelê Kurd de israrkirin û got: “Eger em hem di pêvajoyên darizandinê û hem jî pêvajoyên avakirina polîtîk de bibêjin hevserokatî maf e, gotina îro li vî welatî Kurd, Elewî, Ermenî û Suryanî jî xwedî mafên wekhev in, ev sîstema hevserokatiyê bi xwe ye. Em jinên ku li girtîgehan di encama sîstema hevserokatiyê de berdêl dane, silav dikin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Em soz didin ku vê li her qadê bi cih bînin.”

‘EM Ê BERXWEDANÊ BILIND BIKIN’

Turkoglû ev tişt got: “Dema ku me di vê demê weke HEDEP’ê kongreya xwe lidar xist, me peyamek da cîhanê; ji bo aştiya bi rûmet em ê her têkoşînê bimeşînin. Em ê ji bo parastina destkeftiyên jinan, berxwedana xwe bilind bikin. Qadeke vê yekê jî, rêveberên herêmî ne. Paradîgmaya me ya netewa demokratîk heye. Em ê bi hev re têkoşîna xwe geş bikin. Bila rêya me vekirî be.”

Piştî axaftina Turkoglû konferans ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.