Komxebata 'Jin û Parastin' di roja duyemîn de ye

Komxebata 'Jin û Parastin' ku bi beşdariya 160 delegeyên ji 16 hêzên leşkerî yên jinê yên li Rojhilata Navîn duh dest pê kir, di roja duyemîn de ye.

Di roja destpêkê ya komxebatê de 2 rûniştin pêk hatin. Di rûniştina destpêkê de, bandora şerê li Rojhilata Navîn li ser jin û zarokan hat nirxandin. Di rûniştina duyemîn de jî nîqaş li ser girîngiya xweparastinê li dijî sîstema baviksalariyê hat kirin.

Di roja duyemîn a komxebatê de wê 3 rûniştin pêk werin. Wê îro xweparastin û rola jinê ya di nava xweparastinê de bê nirxandin.

Di rûniştina destpêkê de, rewşa heyî ya jinê û xurtkirina rola wê di nava xweparastinê de; di rûniştina duyemîn de girîngiya rêxistinbûna leşkerî ya jinê û di rûniştina sêyemîn de jî wê li ser girîngiya avakirina hêza leşkerî ya jinê ya neteweyî bên nirxandin.

Ji bo nîqaşên roja duyemîn a komxebatê bi rê ve bibe, dîwanek hat hilbijartin. Fermandara Jinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Zinarîn Rênas, Endama Rêveberiya Hêzên Asayîşa Jinê Kînam Aryan, Fermandara Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Sozda Reqa û ji Fermandarên YPJê Rehîma Kobanê ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Li dû hilbijartina endamên dîwanê, komxebatê bi rûniştina li ser xurtkirina rola jinê a di nava xweparastinê de, dest pê kir.