Komkujiya Parîsê li Skandînavyayê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li welatên Skandînavyayê, ji bo qetilkirina 3 şoreşgerên Kurd şermezar bikin, daketin qadan.

Ji ber salvegera Komkujiya Parîsê ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên ji bo şermezarkirina dewletên Tirk û Fransayê dewam dikin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê, Meclîsa Jinê ya Amara, ji bo şermezarkirina qetilkirina Cansiz, Dogan û Şaylemez, li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya li Stockholmê çalakî li dar xist.

Çalakgeran çelengeke reş a ku wêneyên 3 jinên şoreşger li ser bû danîn ber sefaretxaneya bilind û xwestin bi rayedarên sefaretxaneyê re hevdîtinê bikin. Çalakgeran di hevdîtinê de ji rayedaran xwestin ku kujerên rastî yên komkujiya Parîsê darizînin. Her wiha dosyaya li ser mijarê amade kiribûn radestî rayedaran kirin.

Meclîsa Jinê ya Amara, ji bo şermezarkirina komkujiyê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku 9'ê Çileyê saet di 14:00 de li qada Sergelstorgê tevlî çalakiyê bibin.

OSLO

Li paytexta Norwêc Osloyê bi çalakiyekê qetilkirina Cansiz, Dogan û Şaylemez hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Osloyê ve hate lidarxistin, hate ragihandin ku 3 jinên Kurd bi xwînxwarî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin. Çalakgeran diyar kirin ku kiryarê rastî yê komkujiyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên dewleta Tirk in û xwestin kiryarên komkujiyê bên darizandin.

Însiyatîfa Jinê ya Osloyê bang li hikumeta Norwêcê jî kir ku ji bo darizandina kujeran bikeve nava hewldanan.

KOPENHAGEN

Meclîsa Jinê ya Sêvê, ji bo darizandina kujerên 3 jinên Kurd, li ber Sefaretxaneya Bilind a li Kopenhagenê ya Danîmarkayê çalakî kir.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku yek ji berpirsyarên komkujiyê Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan e û xwestin Erdogan bê darizandin.

Her wiha nixumandina komkujiyê bi destê hikumeta Fransayê hate şermezarkirin. Bang li Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê jî hate kirin ku ji bo eşkerekirina komkujiyê bikevin nava liv û tevgerê.