KNK: Têkoşîn, berxwedan û keda Cansiz bingehê têkoşîna jina Kurd e

Komîsyona Jinan a KNK’ê her 6 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatibûn qetilkirin bîbîr anî û got: “Tekoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingehin tekoşîna azadiya jinên Kurd e.”

Komîsyona Jinan a KNK’ê di salvegera 8’an a Komkujiya Parîs û Silopiyayê de her 6 jinên têkoşer ên Kurd bibîr anî û got: “Birîna Parîs û Sîlopiya di bîra me de ye.”

Daxuyaniya Komîsyonê wiha ye: “Berî 8 salan li paytexta Fransa Parîsê komkujîyek hate pêk anîn. Ev komkujî bi destê devleta faşîst a Tirki û bêdengîye dewleta Fransa çebû. Hedefa komkujîyê bi teybet dijî jinên tekoşêr wek Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pek hat. Dîsa di 4’ê Çileya 2016’an li Silopya yê 3 jinên Kurd yên şoreşger Sêvê Demir, Pakîze Nayir, Fatma Uyar li aliye rejîma faşîst a Tirk hatin qetilkirin.

‘TÊKOŞÎN, BERXWEDAN Û KEDA CANSIZ BINGEHÊ TÊKOŞÎNA JINA KURD E’

Em wan 6 jinên leheng bi rez û hurmet bibîr tinin û bejna xwe himber bîranîna wan ditewînin. Jinên ku di komkujîya Parîse hatin qetilkirin jinên hilbijarê bûn. Sakîne Cansiz jineke peşeng û sembola berxwedana jinên Kurd bû. Her wiha endama damezirandina PKKê bû. Tekoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingehin tekoşîna azadiya jinên Kurd e. Ji ku bikaribin vîna jinên Kurd bişkînin û bi wê jî gelê Kurd bişkînin Sakîne Cansiz kirin hedef. Bi zanebûn bi plansaziyek demdirej dewleta Tirk ew komkujî pek anî. Dewleta Fransa heya wê komkujî ronî neke şîrikê komkujîyeyê.

Em wek jinên Kurd baş dizanin ku tekoşîn û berxwedana Sakîne Cansiz, nûnera KNKê ya Fransa Fîdan Dogan, peşenga jinên ciwan Leyla Şaylemez êş û tirsek a mezin li dilê dijmin û faşîstan xistibûn.

’TÊKOŞÎNA JINA KURD ÎRO LI ROJHILATA NAVÎN Û HEMÛ CÎHANÊ JI BO JINAN BÛYE HÊVÎ’

Bi hezaran sal e feraseta baviksalarî ya hezên metîngêr ji bo desthilatdariya xwe jinên Kurd wekî talûke ya herî mezin dibînin. Wexta ku mirov li dîrokê dinêre jinên ku ji bo azadî û jiyanek bi rûmet berxwedane û tekoşîn kirine bi rêbazên der mirovahî hatine qetilkirin. Lê belê tekoşîn û rêxistina jina Kurd îro di serî de li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê bûye hêvî û roniya hemû jinên cîhanê. Bila baş bête zanin ew ala kU li destê Clara Zetkîn , xuşkên Mîrabel, Rosa Luxemburg de bilind bûye îro destê jinên Kurd ye. Jinên şagirtên Sakîne Cansiz wek Arîn Mîrkan, Zîlan, Şîlan, Şîrîn bi berxwedanên xwe jinên şoreşger derveyê Kurdistan wan Andrea Wolf, Sarah Handelman, Anna Campbell, Îvana Hoffmann rê tekoşîna gîhandina cîhanê.

‘HETA XEYALÊN WAN PÊK NEYÊ, EM Ê TÊKOŞÎN Û ALA WAN BILIND BIKIN’

Ew ala ku bi xwîna Sakîneyan, Leylayan, Rojbînan û Sêvêyan, Pakîzêyan û Fatmayan û gelek pakrawenên bêhempa hatiye neqişandin wê ti car nekeve erdê û heya xeyalên wan pekrewanan pêk neyê em ê ji di şopa wan de bimeşîn û têkoşînê bilind bikîn.”