KJK: Rêber Ocalan helwesta berxwedana 14’ê Tîrmehê temsîl dike

KJK: Rêber Abdullah Ocalan helwesta berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê temsîl dike.

Koordînasyona KJK’ê derbarê salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê ev tişt hate diyarkirin

“Li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê li zindana Amedê li hemberî hovîtî û êşkenceyê berxwedana zindanan bi çalakiya Mazlûm Dogan û Çaran dest pê kiribû. Ev berxwedan bi rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an gihişt lûtkeyê.

14’ê Tîrmehê li hemberî îxanet û asîmîlasyonê dîroka vejîn, afirandin û hebûnê ye. Feraseta mêtinger li hemberî berxwedana 14’ê Tîrmehê têk çûye. Em rêheval Kemal, Hayrî, Akîf û Alî Çîçek ên ku di rojiya mirinê ya di 14’ê Tîrmehê de şehîd bûbûn, bi hurmet bi bîr tînin.

Berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’an bi baweriya bi Rêbertîya me re domiyaye.Tevgera Azadiyê ya Kurd çandeke berxwedanê ava kiriye ya ku ji çiyayan heta zindanan, ji zindanan heta çiyayan hev xurt dike. Pêngava 15’ê Tebaxê jî li ser bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin.

Di zindana Amedê de berxwedana rêheval Sakîne Cansiz (Sara) sîleyek e û li rûyê zalim û mêtingeran ketiye.  Ev berxwedan li hemberî teslîmîyet û îxanetê bûye helwesteke mezin. Jinên Kurd her dem li her qadê bûne pêşengên berxwedanê û ev tişt ji xwe re kirine peywir.

Îro jî faşîzm bi rêya dewlet û desthilatdaran tê kirin. Ji ber vê jî li ser civakê teslîmîyet, sîxurtî û îxanet tê ferzkirin. Di şexsê AKP’ê de ev 37 sal in tê dîtin ku feraseta AKP’ê nehatiye guhertin û Kurd li her çar parçeyan xwe birêxistin kirine, şoreşa Rojava pêk hatiye.

Jinan û gelan ji bo parastina nasnameyên xwe li ber xwe dane. Herî dawîn me di greva birçîbûnê de ev tişt dît a ku pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin. Di vê çalakiyê de 9 rêhevalên me şehîd bûn û xwedî li pêvajoyê derketin.

Rêber Abdullah Ocalan helwesta berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê temsîl dike. Li Îmraliyê li hemberî zilmê ji bo ku doza Kurdan li ser bingeha aştiyeke bi rûmet were çareserkirin,fedakarî û afirîneriyeke mezin dike. Li hemberî mêtingeriyê li ber xwe dide. Rêber Abdullah Ocalan  pêşengtiya berxwedaneke mezin û azadiyê dike. Di hevdîtinên dawîn de Rêbertîya me diyar kiribû ku divê em bi îradeyeke mezin, aqil, çand û polîtîkayê bersivê bidin pêvajoyê.

Bi vê bawerî û hêviyê em berxwedana 14’ê Tîrmehê silav dikin. Di şexsê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî de em hemû şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya geşkirin û serketina têkoşînê dubare dikin.”