KJK: Neteweya demokratîk bû tekane modêla çareseriyê

KJK: Şoreşa Rojava bi karekterê xwe yê ku azadiya jinê daye pêş û pêşengiya vê kiriye, bi karekterê xwe yê laîk û demokratîk û sîstema civakî ya demokratîk a ku ava kirî îro li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye tekane modêla çareseriyê ya giştî.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên bi mebesta sabotekirina şoreşa Rojava û astengkirina wê ku bûye şoreşa Rojhilata Navîn, mayindekirina avakirina şoreşa gelê me Rojava, qeyîmkirina sîstema wê ya parastinê, mezinkirin hêzên YPG-YPJ’ê, li ser zemîna stratejiya şerê şoreşgerî yê gel, parastina ku xwe dispêrê hêza xwe, berbelavkirina wê ya li hemû qadên jiyanê bûye xwedî girîngiyeke dîrokî."

KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: 

"Em salvegera 6’an a ku weke şoreşa jinê geş bûye, ji jinan û mirovahiyê re bûye kana nû ya hêviyê, bi giyanê berxwedaniya bêhempa û coşiya wê em şoreşa Rojava pîroz dikin. Em Rêber Apo ji ber ku bi keda xwe li Rojava û Sûriyê gelê şoreşger bi rê xist, bi sîstema konfederalîzma demokratîk deriyekî jiyana azad li gelên Rojhilata Navîn vekir slav dikin û dilsoziya xwe pê re ya heta hetayê dubare dikin. Em şehîdên xwe yên ku şoreşa Rojava bi fedekirina jiyana xwe û bi lehengiya dîrokî ava kirine bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di serî de li Rojava, li hemû deverên Kurdistanê û li derveyî welat em hemû jinên ku di her qonaxa Şoreşa Rojava de li ber xwe dan, gelê Kurd ku şoreş bi fedekarî û berdêlên mezin pêk anîne, gelan slav dikin û şoreşa mirovahiyê ya ku pêk anîne pîroz dikin. Hemû kesên ku şoreşa Rojava ya ku bûye şoreşa Rojhilata Navîn destek kirine ji ber vê xebata wan a watedar slav dikin, em wan weke kesên ku şoreşa gelan pêk anîne, pîroz dikin.Di kaosa sedsala 21’ê de ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê ku hêzên tarî ew xurt kirine û mezin kirin hewl dan ku bihara gelan, zemanê şoreşê bifetisînin, bi pêşengiya jinan û gelan ji bo mirovahiyê kaneke nû ya hêviyê şoreşa Rojava zîl da.

Şoreşa Rojava ku parastina hemû nirxên mirovahiyê yên bi berxwedana bêhempa a jinên Kurd û gelê Kurd e û her wiha jiyîna wê û avakirina jiyana azad û demokratîk a civakî ye, bi tîpên zêrîn li dîrokê hate nivîsin. Bi hovîtiya DAIŞ’ê têkildarî mirovahiyê û jinê her çi hebe hewl hate dayin ku were qirkirin.

Tarîtî, kaos, tirk, hilweşandin, xwîn û girî careke dî li gelên Rojhilata Navîn, bi tayebetî jî li Kurdan hate ferzkirin. Hewl hate dayin ku komkujî, koledarî, xenîmetbûna şer, firotina li bazarên koleyan weke ku qeder be bi wan bidin qebûlkirin. Li dijî vê hovîtiyê, berxwedana Şengalê û Kobanê ku ji zilma DAIŞ’ê re gotin na û ew têk birin, Şoreşa Roajva pê re pê re ji jinan re, ji gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re bû xetîreya berxwedanê ya bêhempa a mirovahiyê û adrêsa wê.

Îro şoreşa ku bi berxwedana dîrokî geş dibe, pêşengiyê ji berxwedan û şoreşa gelan re dike. Hêza parastinê ya şoreşa Rojava ku pêşengiyê ji têkçûna dîrokî ya DAIŞ’ê re dike, bi tevlêbûnên herêmî û enternasyonl bi pêş ve diçe. Hêza parastinê ya jinên Kurd û gelê Kurd ku bûye efsane û gerdûnî, enternasyonel ku bi pêşengiya YPG-YPJ’ê pêk tê, bûye nasnameya parastina nirxên mirovahiyê. QSD ku bi pêşengiya YPG-YPJ’ê û bi destketinên berxwedaniya dîrokî teşe digire, weke hêza parastinê ya gelên Rojhilata Navîn gihaştiye wê astê ku li ser zemîna rizgarkirina Sûriyê misyona hêza parastinê ya gelên Rojhilata Navîn pratîze dike.

Şoreşa Rojava ji aliyekî ve çeteyên DAIŞ’ê têk dibe yên ku dewleta AKP’ê piştgiriya wan dike û ji aliyê din ve jî bi pêşengiya jinan modela konfederalîzma demokratîk di şertên şer de ava dike. Ligel êrîş, astengkirin û ambargoyên Tirkiye, netewedewletên herêmê yê paşverû û hêzên Kurd ên ku piştgiriya dijmin dike, bi hêza xwe têkoşîneke bêhempa derxistiye holê. Taybetiyên jeostratejîk ên şerê cîhanê yê 3’emîn û nakokî-şerên di navbera dengeyên siyasî baş nirxandiye û ev tişt veguherandiye şoreşa gelan. Pergala civakî ya demokratîk a ku xwe dispêre hêza cewherî ya şoreşa Rojava, azadî û pêşengiya jinan derdixe pêş, cihêtiyên etnîk, çandî û baweriyê dike bingehê dewlemendî û hevpariyê û bi karakterê xwe yê laîk û demokratîk, îro li Sûriye û krîza Rojhilata Navîn bûye tekane modela çareseriyê.

Hêzên paşverû yên ku dîtin şoreşa Rojava bi berxwedana xwe ya dîrokî û avakirina civakî ya demokratîk dibe berxwedan û şoreşeke herêmî û ev tişt ji bo wan dibe tehdîdek û dixwazin vê şoreşê bixeniqînin. Dewleta AKP’ê û komên çete yên girêdayî wan û hêzên Kurd ên nêzî dijmin, dixwazin ji ser Efrîn û Şehbayê êrîş bikin. Ji bo astengkirina statuya siyasî ya Rojava dikevin nav tifaqên qirêj û êrîşên xwe kûrtir dikin. Ji bo ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Suriyeyê û şoreşa Rojava asteng bikin, hemû derfetên xwe bi kar tînin. Lê bi serkeftinên QSD’ê ya ku bi pêşengiya YPG û YPJ’ê li hemberî DAIŞ’ê şerê azadkirina Sûriyeyê dike û gavên rêxistinbûnê yên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê nîşan dide ku, ev êrîş wê negihêjin armanca xwe. Deskeftiyên şoreşa Rojava bi bingehên xurt xwe birêxistin dike û bi modela xwe ya çareseriyê nîşan dide ku tekane alternatîf e.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên bi mebesta sabotekirina şoreşa Rojava û astengkirina wê ku bûye şoreşa Rojhilata Navîn, mayîndekirina avakirina şoreşa gelê me Rojava, qeyîmkirina sîstema wê ya parastinê, mezinkirin hêzên YPG-YPJ’ê, li ser zemîna stratejiya şerê şoreşgerî yê gel, parastina ku xwe dispêrê hêza xwe, berbelavkirina wê ya li hemû qadên jiyanê bûye xwedî girîngiyeke dîrokî. Peywireke dîrokî ye ku jin û ciwan şoreşê ava bikin, deskeftiyên şoreşê mîsoger bikin û ji perwerdehiyê bigire heta aboriyê, ji cihên biçûk bigire heta rêveberiya civakê ya ku xwe dispêre hêza cewherî ya kantonan karibin hêza civakî birêxistin bikin û beriya her tiştî karibin bi parastina xwe bersivê bidin êrîşan. Bi van berpirsiyariyan di serî de jin û ciwan em gazî hemû gelên xwe yên Rojava dikin ku şoreşa ku bûye hêviya mirovayetiyê xurttir bikin, parastina wê bi pêş ve bibin û bi bihistyariyeke mezin xwedî li şoreşa Rojava û têkoşîna wê ya parastinê derkevin. Em bawer dikin ku şoreşa Rojava wê di sedsala 21’emîn de li ser bingeha bidestxistina statuya siyasî ya Kurdan wê bi ser bikeve û em hemû jin û gelên têkoşêr ên azadiyê bi rêzdarî silav dikin."