KJK: Em ê berxwedanê û avakirina jiyana azad bidomînin

KJK'ê pîrozbaniyên 8'ê Adarê nirxand û got, ''Em ê bi gotinên jin, jiyan, azadî bi domdarî bimeşin, li ber xwe bidin, azad bibin û xebatên avakirina jiyana azad bidomînin.''

Koordînasyona KJK'ê piştî pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin 8'ê Adara 2020'an li çar hêlên cîhanê, li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi coşî û berxwedaniyeke mezin hatiye pîrozkirin û peyama, ''Em bi wê hêzê ne ku dikarin cîhanê biguherînin'' bi rengekî xurt hate dayin.

Bi berdewamî hate gotin, xeta azadiya jinê û şoreşa demokratîk a jinê ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jina Kurd pêk tê, nîşaneyên herî berbiçav ên lêgerîna azadiyê û pratîkbûna hêviyan e. KJK'ê got, konfederalîzm, şoreşa jinê  vîna xwe ya paşxistina desthilata zalim, zordar, zilamê serwer ê zordar û derewîn a zilma 5 hezar salî daniye holê, jin herikîna qadan, meydan tije kirine û li hemû cîhanê meşiyane.

'EM DIKARIN CÎHANÊ BIGUHERÎNIN'

KJK'ê pîrozbahiyên 8'ê Adarê yê li tevahiya cîhanê bi bîr xist û got, ''Em helwesta bi milyonan jinî ya bêhempa û esîl ku gotin, ''em bi wê hêzê ne ku dikarin cihanê biguherînin slav dikin. Kelecaniya zemanê şoreşê, biryardariya ku sedsala me veguherîne serdema azadiyê û vîna me mezin kiriye.

Hêviya ku me em sedsala 21'ê veguherînin sedsala azadiyê xurtir bûye."

KJK'ê bi berdewamî hemû jinên ku 8'ê Adarê li Emerîkaya Bakur û Latîn, li Kurdistanê, li Tirkiyê li gel her cure zex û zordariyê derketin meydanan û 8'ê Adarê pîroz kirin slav kir. 

Ji ber berxwedan û têkoşîna jinên ku li Amed, Colemêrg, Riha, Dersim, Êlih, Stenbol, Mêrsîn, Edene, Enqere derketin meydanan slav kir û diyar kir ew helwesta jinên ku tevlî meşa şevê ya femînîst a li Stenbolê bûne pir watedar dibînin û ew bawer dikin êrîşên çeteyên mêr ên faşîst ên AKP-MHP'ê wê nikaribe têkoşîna jinan bi paş bixîne. KJK'ê êrîşê AKP'ê ya li ser jinan şermezar kir, berxwedana jinan a li dijî vê êrîşê slav kir û got, ew li cem wan in.

JINÊN GIRTÎ HATIN SLAVKIRIN

KJK'ê di daxuyaniya niviskî de bal kişande ser berxwedana li zindanan û got, di şexsê Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gulten Kişanak, Aysel Tugluk, Nurhayat Altûn, Çaglar Demîrel de hemû hevrêyên xwe yên li zindanan li ber xwe didin bi hurmet û hezkirinê slav dikin. KJK'ê got, ''Jin li zindanan li ser xeta hevrê Sakîne Cansiz bi giyanekî mezin  ê berxwedanê li ber xwe didin. Hemû hevrêyên me yên jin ên li zindanan girtî li dijî zilma faşîzmê li ber xwe didin.''

'EM Ê CÎHANÊ AZAD BIKIN'

KJK'ê got,''Berxwedana 8'ê Adarê ya 2020'an, vegotina herî berbiçav a ku wê cîhanê biguhere, bûye JIN JIYAN AZADÎ. 8'ê Adara 2020'an jinan her wiha gotine, ''Me cîhan ava kir, ên ku wê azad bikin jî em jin in, em ê bêrawest li ser piyan in.''

KJK'ê bi berdewamî wiha got:

ROJAVA, ROJHILAT Û BAŞÛR HATIN SILAVKIRIN

''Li Rojavayê Kurdistanê hêviyên azadiyê yên mirovahiyê bi pêşengiya jinan ji nû ve şîn dibin. Şoreşa Rojava şoreşeke ku bi pêşengiya jinê neteweya demokratîk ji nû ve tê avakirin. Em jinên li Bakurê Sûriyeyê bi taybetî yên li Efrîn, Kobanê, Cizîr, Şehba, Heleb, Minbic, Reqa û hwd. ên ji bo azadiyê dixebitin, têdikoşin, li çeperan li ber xwe didin bi coş, bawerî û berxwedana 8'ê Adarê silav dikin. Li Rojhilat, li dijî êriş, gef û qedexeyan, em jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin, dayikan pîroz dikin. Jinên ku li Başûrê Kurdistanê bi rengê jinê çalakî kirin pîroz dikin. Sekna 8'ê Adarê ya gelê me yê Qendîlê her wiha pîroz dikin.

'JI BO JINÊN ÊZIDÎ EM HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN'

Em dayikên Êzidî ku li Şengalê li dijî êrişên TC'ê bi wêrekî û biryardarî bersiv dan, hêzên YBŞ û YJŞ'ê di vê roja têkoşînê de silav dikin. Em berxwedana jinên Êzidî ya li xaka pîroz a Êzidxanê pîroz dikin ku bi zanebûn û rêxistinbûnê pêşketinan diafirînin. Em tifaqa hevkarên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin ku bi planên qirêj dixwaze xaka Êzidxanê dagir bike. Li ser vê bingehê di serî de jinên Kurdistanê em bang li jinên ccîhanê hemûyan dikin ku gelê Şengalê, jinên Êzidiyan biparêzin û li dijî êrişên qirkerî û dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Şengalê helwestê nîşan bidin. Tevgera me ya azadiya jinê ku bi rêbazê çalakiyan û nêrîna Apoyî xwe bi rêxistin kiriye, wê her tim bi têkoşîna azadiyê ya jin û civaka Êzidî re be.

'JIN SOZ DIDIN KU WÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN'

Me li tevahiya cîhanê, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê 8'ê Adara 2020'an bi berxwedana mezin a jinan bi rengekî heybet bi rengê jinan pêşwazî kirin. Di 8'ê Adarê de jinan careke din peymana xwe ya bi azadiyê re, bi Rêber Apo re nû kirin. Hate gotin, "Wê dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bê anîn'. Xwedî li mîrateya azadiyê ya jinên li dijî serdestiyê heta niha li ber xwe dan. Destnîşan kirin ku wê sîstema bi serweriya mêr a pênc hezar salî ti carî qebûl nekin. Gotin 'Em ê bibin a xwe û azad bibin'. Di sedsala 21'ê de azadiya jinan, gelan û baweriyan, jiyana hevpar a demokratîk wê bi destê jinan, bi pêşengî û berxwedana wan pêk were. Em ê bi gotina 'Jin, jiyan, azadî' bimeşin, li ber xwe bidin, azad bibin û karê ji bo afirandina jiyana azad bidomînin."