KJK'ê polîtîkayên dewleta Îranê yên dijminatiya li jinê şermezar kir

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, ku dewleta Îranê ji bo jin ên ciwan bitepisîne, bitirsîne, ji zanîngehan dûr bixîne û li malê rabigire, bûyerên jehrîkirinê organîze kiriye û ev polîtîkayên Îranê yên dijminatiya li jin û gelan şermezar kir.

Koordînasyona KJK'ê têkildarî jehrdayîna li xwendekarên keç ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KJK'ê de hate gotin, "Piştî ku keça Kurd Jîna Emînî di 16'ê Îlona 2022'an ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin, li Îranê li ser bingeha dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' serhildanê destpê kir û hîn jî bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê piştgiriyeke mezin ji vê serhildanê re hate dayin. Beriya her tiştî em jin, gel, tevgerên jinan, gelan, hêzên demokrasî û azadiyê, hunermend, rewşenbîr, ciwan, siyasetmedar, sporvan ên tevlî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bûne û piştgiriya wan kirine silav dikin û wan pîroz dikin. Em jî ji vê yekê bawer dikin; Îran ku di dîroka mirovahiyê de xwedî çandeke kûr e, di serî de azadiya jinê eger karibe jiyaneke li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê ya gelan biafirîne wê bandora vê yekê bi xurtî li civakan û jinan ên li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bibe."

'BIKARANÎNA GAZA BI JEHR HEWLDANA JI BO KOMKUJIYÊ YE'

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

"Halbûkî, dewleta Îranê polîtîkayên xwe yên civakî ku li ser bingeha dijminatiya li gelan û jinan ava kiriye, di vê demê de bi rengekî zalimane bi cih tîne. Ev pêkanîn bi serhildanên dawî re gelekî zêde bûne.

Mînak; cezayê darvekirinê ku cezayê herî hovane yê mirovahiyê ye, niha li Îranê bûye kiryareke ji rêzê ya rojane. Li gel vê yekê gelek pêkanînên ku jinan ji derveyî jiyanê dehf dide, gelan bêîrade dike, digire, êşkenceya giran dike, sirgûn dike, cezayê pereyan dibire, bêkar dihêle û gelek pêkanînên mîna wan li hemberî jin û gelan têne kirin. Kengî serhildanek yan jî raperînek pêk were, Îran vê yekê bi hêzên derve ve girê dide. Halbûkî sedema bingehîn a serhildanên li Îranê polîtîkayên wê bi xwe ne. Ji dewleta Îranê heye ku çiqasî bi hişkî nêzî jinan û civakan bibe wê karibe encameke hîn mezintir bi dest bixe û otorîteya dewletê misoger bike. Lê belê bûyerên ku diqewimin berevajî vê yekê raber dikin. Polîtîkayên zext û zordariyê hêrsa jinan û civakê mezintir dikin, bêhtir radikin ser piyan. Her ku polîtîkayên dijminatiya li gelan û jinan zêde dibe, raperîna jin û gelan jî mezin dibe.

Rojên dawî di çapemeniyê de hate weşandin ku li zanîngehên li Îranê û Kurdistanê bi gazê jehr ji bi hezaran keç ên ciwan re hatiye dayin û herî kêm 4 keç ên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Jin û gelê Kurd baş zane ku çekên kîmyewî di dîrokê de çawa hatine bikaranîn û tê çi wateyê.

Weke ku tê zanîn dewleta Tirk di sala 1938’an de li Dersimê çekên kîmyewî bi kar anî, rejîma Baas jî li gelek bajar û gundên Başûrê Kurdistanê bi kar anî ku ya herî giran Helebce bû û bû sedem ku bi hezaran Kurd di komkujiyan re derbas bibin. Herî dawî dewleta Tirk a faşîst ji sala 2022’yan û vir ve li Zap û Avaşînê bi binpêkirina hemû qanûnên navneteweyî û bi erêkirina van saziyan çekên kîmyewî li dijî gerîla bikar tîne. Bi dehan gerîla di şikeft û tunelan de bi çekên kîmyewî şehîd bûn.

Niha jî heman zihniyet ji aliyê dewleta Îranê ve, bi planên xapînok li dijî bi hezaran xwendekarên jin ên zanîngehê yên rêxistinbûyî, gazê bi kar tîne. Bi hezaran xwendekarên jin ji ber gazê jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyan. Dewletê bersiva mamosteyên zanîngehê yên ku dixwestin ev rewş derkeve holê, bi girtin, ji kar avêtin û birîna mûçeyên wan da. Dewlet bi tu awayî bûyeran lêkolîn nake. Ne tesadufe ku ev rewş di meha dawî de li hemû zanîngehên Îranê çêbûne. Ji vê rewşê tê fêmkirin ku her çend dewleta Îranê xwe ji van bûyeran cuda nîşan dide û li sûcdaran digere jî, tenê dewlet dikare van êrîşan bi vî rengî organîze bike. Ev hewldaneke komkujî ye. Nûçe hene ku pasdarên dewletê bi xwe van bûyerên jehrîkirinê organîze kirine. Ev kiryarên jehrîkirinê li ser jinên ciwan ên li Tehran, Kirmanşan, Tebrîz, Sine, Îsfehan û gelek zanîngehan dixwînin hatin kirin. Di wateyekê de dewlet dibêje, 'Em civakê û gel diparêzin. Lê eger li ber me rabin, serî hildin, wê demê em ê bi şêweyên cuda komkujiyan bikin'.

'DEWLETA ÎRANÊ JI BO ÇAVTIRSANDINA JINÊN CIWAN EV BÛYERÊN JEHRÎKIRINÊ ORGANÎZE KIR'

Weke ku tê zanîn jinên ciwan ên li zanîngehan dixwînin serhildanên 'Jin jiyan azadî' ku di mehên dawî de geş bûne, bi rê ve birin. Ji ber vê çendê dewleta Îranê ji bo ku jinên ciwan bitirsîne, wan ji zanîngehan dûr bixe û wan di malê de bihêle, bi mejiyê mêrê serdest ê xapînok û qirêj, van bûyerên jehrîkirinê organîze kiriye û bûye sedema bi hezaran jinên ciwan rakin nexweşxaneyan. Dîktatoriya Îranê ji azadiya jinê gelekî ditirse û bi fikar e. Ji bo ku jin negihêjin zanebûnê, nebin xwedî pîşe, bi pêş nekevin û tevlî jiyana civakî, demokrasî û azadiyê nebin, serî li rêbazeke wiha hovane, xeternak û dijmirovî dan. Jixwe polîtîkaya sereke ya rejîma molla ya faşîst a heyî ew e ku jin wek çîna duyem her tim bimîne û li ser vê esasê siyaseta xwe dike.

Peyamên ku tê xwestin di şexsê jinên ciwan de ji civakê re bên dayîn hene. Di eslê xwe de li Îranê baweriyên cuda, gel, Kurd, Belûç tên tehdîtkirin, hewl tê dayîn bên bêdengkirin, hewl tê dayîn sîstemeke netewe ya yekreng bê afirandin û polîtîkayên civakî yên faşîst ên heyî ferz bikin. Ji ber vê yekê jinên ciwan tên jehrkirin, tên darvekirin, bi hezaran kes tên girtin û êşkence li wan tê kirin.

Weke KJK’ê em van polîtîkayên mêtingerî û dijmirovî yên dewleta Îranê bi tundî şermezar dikin.

Jehrîkirina bi gazê li cihên ku jinên ciwan li zanîngehan dixwînin û girtina mamosteyên ku van bûyeran protesto dikin qet nayê qebûlkirin. Divê dewleta Îranê dev ji van polîtîkayên dijminatiyê yên li hemberî jinên ciwan berde. Dewlet; divê li hemberî jin û gelan bi awayekî wekhev nêz bibe û cudakariyê neke. Jin, gel û baweriyên cuda wê êdî cudakarî, newekhevî, zext û êşkenceyê qebûl nekin. Kurdistan, Rojhilata Navîn, tevgerên jinan ên li cîhanê têdikoşin, hêzên demokrasî û azadiyê ti carî vê qebûl nakin. Heya ku ev polîtîkayên heyî bidome, wê ruhê serhildanê û helwesta berxwedanê ya li dijî dewleta Îranê li her derê bi ser bikeve. Helbet ne tenê mamoste, divê civak hemû van bûyerên jehrîkirinê yên li hemberî jinên ciwan qebûl neke, her tim li qadan bin. Divê jin, gelê me di nava xwe de bi rêxistin bibe û xwe biparêze.

Di dawiya van bûyeran de di pêşengtiya jinan de hêzên gelan ên azadî û demokrasiyê wê qadan bi hêrs û azweriya mezintir tije bikin, wê her tim li ber xwe bidin û di rewşa serhildanekê de bin.

Bi vê wesîleyê em careke din diyar dikin ku em weke tevgerên jinên Kurd li kêleka jin û gelên Îranê û gelên Kurdistan û Belûcistanê ne.

Têkoşîna azadiya jinê, komên bawerî û gelan ên li Îranê li ser bingeha felsefeya 'Jin jiyan azadî' wê gav bavêjin û li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bikin û bi ser bikevin. Weke tevgera jinên Kurd li her cihê ku zext, zordarî û îstîsmar hebe em li dijî wê ne.

Em derbasî pêvajoyek nû ya Newrozê dibin. Her Newroz ji bo me destpêkek nû ya azadiyê ye. Tê wateya bilindkirina berxwedanê, serhildana li dijî zalim û dîktatoran. Roja vejînê ye. Divê di Newroza 2023’yan de gelê me îradeya xwe û rengê xwe pir xurt li qadan derbixe holê. Li Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Rojava, Başûrê Kurdistanê û li her erdnîgariya ku gelê me lê ye, divê Newroz bi rengekî bi heybet were pîrozkirin. Divê qadên Newrozê veguherînin cihên ku ruhê azadî û berxwedanê di lûtkeyê de ye. Li ser vê bingehê em ji niha ve Newroza jinan û gelên xwe pîroz dikin.

Li ser vê bingehê em careke din dibêjin, Jin jiyan azadî."